Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike 2020-09-14 15:33:28 ŞIRNEX - Der barê şewatên li çiyayên Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê berdewam dikin de daxuyanî hat dayîn. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê Asrîn Keleş daxuyanî da û xwest şewatên li herêmê bên dîtin.   Bertekên li dijî bêdengî û  nemudexelekirina rayedaran ên li dijî şewata ku zêdeyî 3 meh in li çiyayên Gabar, Cûdî û Besta didome, zêde dibin. Bi tevlîbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê, Rêxistina HDP'ê ya Dêrsimê, endamên Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ekolojîstên Enqere, Mêrdîn û Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kesan, li herêma ku dikeve pêşberî Çiyayê Cûdî ya li ser riya Şirnexê, têkildarî şewatan daxuyanî hat dayîn.    Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê Asrîn Keleş ve hat dayîn.    'WELATÎ HATINE ASTENG KIRIN'   Asrîn, diyar kir ku bi hinceta ewlehiyê gelek dar hatin birîn, şewitandin û wiha axivî: "Polîtîkaya hikûmetê yên li dijî xwezayê bi salan e didomin. Şewat li qadên jiyanê yên mirovan berfireh bûne. Bi taybetî rayedar têkildarî şewatan hatin agahdar kirin, lê rayedaran bi tu awayî mudexel nekirin. Ji ber ku tu xebat nehat destpêkirin, agir pel bi pel mezin bû. Di heman demê de, kesên ku xwestin qadên xwe yên jiyanî biparêzin, mudexeliyî agir bikin jî, ji aliyê rayedaran ve hatin astengkirin."   'TEXRÎBATA XWEZAYÎ GIHIŞTIYE ASTA HERÎ BILIND'   Keleş, anî ziman ku cihên ku hatine şewitandin ji aliyê heyeta wan ev hatin lêkolîn kirin û wiha got: "Wekî din cihên ku dar lê hatine jêkirin bi texrîbeteke mezin re rûbirû hiştine. Ji bilî êrişên xwezayê, ji hêla gel ve jî hat gotin ku pirsgirêkek santrala termîk heye ku qadên jiyanê neyînî bandor dike. Gelê herêmê diyar kirin ku ji ber zêdebûna qirêjiya hewayê ya ji ber santrala termîkê, darên wan hişk bûne. Li herêmê texrîbeteka xwezayê gihiştiye asta herî jor."   'CÛDÎ DÎROKE, DÎROKÊ NEŞEWITÎNIN'   Keleş, di dawiya axaftina xwe de bang li rayedaran kir û got: "Em banga lezgîn dikin. Şewata li Şirnexê  bêhna me digire û talankirina ekolojîk bandorê li me hemûyan dike. Herkesê ku ji bo ekolojî û jiyanê têdikoşe, xwedî wê peywirê ne ku bibin dengê Cûdî. Em bang li hemû ekolojîstan dikin ku têkoşîna gelê Şirnexê ya li dijî talana ekolojiyê ku li vir diqewime tebikoşin. Cûdî dîrok e, dîrokê neşewitînin."   Pişt re parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî û wiha got: "Xweza jiyan e. Xwezayê neşewitînin, jiyanê neşewitînin. Çawa ku li Rojavayê Tirkiyeyê dema ku şewat derdikeve  her yek ji me dengê xwe derdixe, pêwîste ji bo Şirnexê re jî, em dengê xwe bilind bikin. Em hesasiyeta xwe ya li tevahiya Kurdistanê nîşan bidin. Wekî din ne pêkane ku em  li ser wekheviyê biaxivîn."   Daxuyanî bi birêzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.