Pasdaran kolberek qetil kirin 2020-09-14 17:02:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Pasdarên Îranê, gule li kolberekê reşandin û qetil kirin.    Pasdarên Îranê, li Pîranşar a Ûrmiyê gule berdan komeke kolberan. Di encama gulebarandinê de, kolberê bi navê Selah Îsazade jiyana xwe ji dest da. Li gorî hîn çavkaniyan jî, hat îdîakirin ku Îsazade piştî hatiye îşkencekirin, jiyana xwe ji dest daye.