Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin 2020-09-15 09:04:29   VAN – Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê ava gemarî ji kaniyan tê. Ji ber vê xizmên girtiyan bang li rayedaran kirin û xwestin rojek berî rojekê ev meseleya ku 2 sal in dewam dike bê helkirin.    Li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê 2 sal in ava gemarî ji kaniyan tê. Ji ber vê hem xwarina girtiyan nexweş dibe hem jî zirarê dide tenduristiya wan.    ‘HEGER BIXWAZIN DIKARIN HEL BIKIN'    Malbata Vahdettîn Sari ku 27 sal in girtiye jî ji ber vê rewşê bi gilî gazinc e. Birayê Sari Fahrettîn Sari, anî ziman ku ji roja birayê wî hatiey girtin î birine gelek girtîgehan û niha jî di Girtîgeha Panosê de di şertine nebaş de dimîne. Sari, bilêv kir ku di dema pandmeiyê de hem malzemeyên paqijiyê nedane wan hem jî ava ji kaniyan tê qirêjî ye. Sari got: "Ev çend sal e wisa ye. Ev mesele li meclîsê jî hat nîqaşkirin. Ne mimkun e mirov bi wê avê serê xwe bişo. Li cihekî ku av gelek e, helkirina vê meseleyê ne zor e. Heger bixwazin di karin di cî de hel bikin. Lewma em dixwazin rayedar vê meseleyê ehl bikin."    'NE INSANÎ YE'    Jinbira Yakûp Tûrgût ê 16 sal in girtiye Hayriye Tûrgût jî anî ziman ku her cara bi telefonê bi tiyê xwe re diaxivin, tiyê wê behsa ava gemarî dike û got: "Şertên tê de ne ne insanî ne. Jixwe ceza li wan birîne. Qet nebe divê wisa nekin. Ev di tu dîn û kîtaban de tuneye. Tehdê li tenduristiay wan nekin, rojek berî rojkeê vê meseleyê hel bikin."    ‘MIDÛR EM EWARE DIKIN'    Parêzer Sevda Aydin, anî ziman ku li Girtîgeha Panosê 2 sal in meseleya avê heye û got, ji bo vê serî li Wezareta Dadê dane lê belê tu bersiv negirtine. Aydin diyar kir ku roja ku mesele rû daye hevdîtin bi rêveberiya midûrê girtîgehê re çêkirine û ji wan re gotine wê meseleyê hel bikin lê belê hel nekirine û got: "Lê belê midûr û rêveberiya girtîgehê em eware kirin. Kurmik di nava avê de ne. Gava me serdana girtiyan kir, ser çavên wan brînî bûbûn. Ji ebr avê ser çavê wan tehrîş bûbû."   Aydin destnîşan kir ku ev meseleyeke insanî ye û got, di tu wijdanê de ev yek tuneye. Aydin wxest rêveberiya girtîgehê rojek berî rojekê vê meseleyê hel bike.    Aydin detsnîşan kir ku di dema pandemiyê de tiştekî bi vî rengî rewşa girtiyan girantri dike û got: "Heger bixwazin dikarin di cî de dikarin hel bikin."