Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe 2020-09-15 09:05:38   QERS - Rewşa girtiyê nexweş Alî Boçnakê 76 salî her diçe girantir dibe. Malbata wî bilêv kir ku Boçnak, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike û xwest bê berdan.    Alî Boçnak ê 76 salî di sala 2009'an de li Qersê di çarçoveya operasyona di bin navê "KCK"ê de hatiye binçavkirin û bi dû re jî hatiye girtin. Piştî hatiye girtin 7 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîn. Lê belê ji ber ku tenduristiya Boçnak nebaş e, her diçe rewşa wî girantir dibe.    Boçnak niha di Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê de ye. Di nav lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.    ATK: HEWCE NAKE   Kurê wî Alpaslan Boçnak got: "Bavê min di nasnameyê de 76 salî ye. Lê belê umrê wî yê rast 80 ye. Di sala 2018'an de emeliyata hemoroîtê bû. Me raporên wî şandin Saziya Tibba Edlî (ATK). Lê gotin 'dikare cezayê xwe bikişîne, ne hewce ye bê berdan.' Bavê min meha borî jî ji ber fitiqê emeliyat bû. Piştî emeliyatê ew kirine karantînayê. Loma ev demek e em nikarin hev bibînin."    Boçnak, bilêv kir ku ji serê sala îsal heya niha tenê bi telefonê bi bavê xwe re diaxivin û got: "Got, piştî emeliyata dawî nava wî werimiye û gurçikên wî diêşin. Birayê min jî di heman girtîgehê de dima. Paşê birayê min şandin Gîresûnê. Gava birayê min li wir bû aliyê bavê min dikir."    ‘BILA CEZAYÊ WÎ BÊ TALOQKIRIN'    Boçnak, xwest rojek berî rojekê bavê wî bê berdan û got, her cara ku bavê wî dibin nexweşxaneyê wî dikin karantînayê. Boçnak got: "Rojên serdanê jî leqayî wê rojê dibin. Ji ber ku em nikarin biçin girtîgehê, tenê em bi telefonê diaxivin. Hem ji be rumrê wî hem jî ji ber nexweşînên wî, em dixwazin an bê berdan an jî cezayê wî biqulibînin cezayê hepsa malê. Ji bo vê em bang li Wezareta Dadê dikin."    Hevjîna Boçnak Besra Boçnakê jî xwest hevjînê wê yê nexweş rojek berî rojekê bê berdan û got: "Ez dixwazim bê malê. Ji ber ku nexweş e nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike. Gava di hepsa malê de be, qet nebe em ê karibin alîkariya wî bikin. Ji zû de ye min hevjînê xwe nedîtiye. Ne insanî ye ku mirovekî nexweş di girtîgehê de be."