Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane 2020-09-15 09:06:32   RIHA - Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu ji bo Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Rihayê ku her tim bi îşkenceyê di rojevê de ye, detsnîşan kir ku veguheriye "îşekncexaneyê" û got: "Îşkencekar pişta xwe dispêrin Wezîrê Karên Navxweyî."    Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Midûriyeta Emniyeta Rihayê (TEM) careke din bi îşkenceyê di rojevê de ye. Mehmet Saît Yardimci (60), Hamdûllah Esen (55) û Tayîp Temel (52) ku di 4'ê Îlonê de li Wêranşarê hatibûn binçavkirin, bi rêya parêzerên xwe ragihandine ku bi awayekî dijwar hatine îşkencekirin. Her sê welatî duh bi îdiayên wek "endamên rêxistinê ne" û "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin û ew şandin girtîgehê.    Şaxa TEM'ê ya navbirî berê jî bi îşkenceyên xwe ketibû rojevê. Di 22'yê Tîrmeha 2015'an de piştî li Serêkaniyê du polîs hatibûn kuştin 4 kes bi îşkenceyek mezin re rû bi rû mabûn. Lê belê paşê 4 ciwanên hatibûn îşkencekirin û dû re hatibûn berdan, de rbarê wan de biryara beraatê hatibû dayîn lê belê hîn jî der barê polîsên îşkence li wan kiribûn tiştek nehatiye kirin. Her wiha di 18'ê Gulana 2019'an de li Taxa Dertê ya Xelfetiyê jî pevçûnek rû dabû û piştî pevçûnê 55 kes hatibûn binçavkirin û kesên hatibûn binçavkirin bi awayekî dijwar hatibûn îşkencekirin. Piştî berteên raya giştî û hewldanên Baroya Rihayê der barê polîsan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û der barê 37 kesan de jî biryara "neşopandinê" hatibû dayîn. Ji kesên hatibûn binçavkirin 13 kes jê hîn jî girtîne û di danişîna ewil de jî 4 kes hatibûn berdan.    Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu têkildarî îşkenceya li welatiyan hatiye kirin ji ajansa me re nirxand.    Surucu, anî ziman ku rewşa şaxa TEM'ê veguheriye rewşeke sîstematîk û got, ligel îşkenceyê îfadedayîna li ser hin kesan jî li kesên tên binçavkirin tê ferzkirin. Surucu got: "Sê kesên li Wêranşarê hatin binçavkirin hatin îşkencekirin. Ev ne îşkenceyên ewil in."    Surucu, îşkenceyên berê jî bibîr xistin û got: "Jin bi tecawizê re rû bi rû man. Encam çawa bû; bêedaletî, bêhiqûqîtî, bêehlaqîtî û bêwijdanî bû."    ‘BÛYE ÎŞKENCEXANE'    Surucuî destnîşan kir ku îşkence sûc e û got: "Lê hîn jî li Rihayê didome. Pergaleke wekî zincîreyê ya îşkenceyê heye. Lê kes naxwaze vê îşkenceya li Rihayê tê kirin bibîne. Lêkolîn nayên kirin. Bi îşkenceyê hin sûcan ji mirovan re diafirînin."    Surucu ji bo Şaxa TEM a Rihayê destnîşan kir ku "bûye îşkencexane" û got: "Li Rihayê îşkence û îşkencekar di dewrê de ne. Me berê jî mînakên bi vî rengî dîtin. Îşkence sûc e li hemberî mirovahiyê. Gava mesele tê ser kurdan îşkence dikeve dewrê. Ji bo kurdan bêîrade bikin îşkenceyê dikin. Em ê heya dawiyê li dijî vî sûcê li hemberî mirovahiyê bitêkoşin."