Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin 2020-09-15 09:31:32   MÊRDÎN - Z.Ç., a 17 salî ku ji Swîsreyê hat Qoserê bi destdirêjiya apê xwe Osman Ç. re rûbirû ma. Osman Ç. li ser gilîkirinê hat  binçavkirin û pişt re serbest hat berdan. Di encama rapora Laboratuvara Krîmînal a Cendirmeyan de hat girtin.    Z.Ç. a 17 salî di 2’ê tîrmehê de bi mêvanî hat navçeya Qoserê ya Mêrdînê cem mala apê xwe Osman Ç. dimîne. Hat zanîn ku Z.Ç., gelek caran bi destdirêjiya Osman Ç. (28) re rûbirû ma. Osman Ç. ji bo ku Z.Ç. tiştên qewimîne nebêje gef lê xwar. Z.Ç. ji bo ji vê rewşê xilas bibe çû Edeneyê cem mala xwişka xwe. Li vir jî Osman Ç. gef li Z.Ç. xwar û tacîzên xwe dewam kir. Xwişka wê bi meseleyê dihese û li ser vê yekê Z.Ç. hewl dide întîhar bike. Xwişka wê radike nexweşxaneyê û giliyê Osman Ç. dikin.    GOT ‘ÎFTÎRA’ Û HAT BERDAN    Piştî gilîkirinê Osman Ç. hat binçavkirin û îdia kir ku tiştek wiha nekiriye û îftîra lê tê kirin û piştî îfadeyan serbest hat berdan. Dadgehê bi şertê kontrola edlî Osman Ç. berda.    GEF XWARIN    Osman Ç. piştî ku hat berdan dîsa gefan li Z.Ç. xwar û wê carek din hewl da xwe bikuje. Îtîraza ji bo girtina Osman Ç. hat redkirin. Ferdên malbatê li malbata Z.Ç. geriyan û heqaret û gef li wan xwarin.    PIŞTÎ RAPORÊ HAT GIRTIN    Piştî demekê ji Z.Ç nimûneya DNA’yê hat girtin û ji Osman Ç. jî nimûneya DNA’yê hat girtin û şandin Laboratuvara Krîmînal a Cendirmeyan. Ev DNA bi encam bû û di çarçoveya vê Rapora Krîmînal de Osman Ç. di 14’ê îlonê de ji sûcê “Destdirêjiya bi wesf li hember zarok pêk aniye” hat girtin û ew şandin hepsê.    'BILA YÊN DIN JÎ WERIN GIRTIN’    Z.Ç. beriya niha bi demekê çû Swîsreyê cem malbata xwe. Dayika wê F.A., diyar kir ku ew ji ber qedexeyê nikaribûye were Tirkiyê û Osman Ç. û xizmên wî heqaret û gef li wan xwarin e. F.A., da zanîn ku divê S. û K. yên ku xwestine bûyerê biniximînin hevkarên sûc in û divê ew jî werin girtin.    MA / Ahmet Kanbal