ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan 2020-09-15 11:07:32   ENQERE – Navenda Giştî ya ÎHD’ê derbarê 60 parêzerên hatin binçavkirin de xwestin demildest werin berdan.    Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî 60 hiqûqzanên di çarçoveya lêpirsîna “FETO” de hatin binçavkirin daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD’ê diyar kir li dijî hiqûqzanan her ku diçe pêla binçavkirin û girtinan didome û îqtîdar bi binçavkirin û girtinan pîşe û parastinê asteng dike. ÎHD’ê got parastin nayê astengkirin û xwest ew hiqûqzanên binçavkirî demildest werin berdan.