Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan 2020-09-15 11:27:16   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, Rêzan Sarica, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez bi boneya sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’yê gulana 2019’an û 12-18’ê hezîranê 2019’an û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn.    Parêzer ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha 103 caran serî li dozgeriyê dan lê heta niha bersiva serlêdana wan nehatiye dayîn.