Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin 2020-09-15 12:08:33   MÊRDÎN – Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûdê Nisêbînê Îlkay Kati û binefser Nîhat Mûratoglû, Gurkan Sînan û Azîz Çaki jî di nav de şebekeya ji 9 kesan pêk tê ji qaçaxiya koçberan û girtina bertîlê hatin girtin. Bûyer ji raya giştî hat veşartin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê lêpirsînek ku biryara “nepen” danîn ser di meha tebaxê de  Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûdê Nisêbînê Îlkay Kati û binefser Nîhat Mûratoglû, Gurkan Sînan û Azîz Çaki jî di nav de ku gelek kes hene operasyona binçavkirinê pêk hat. Operasyon pêl bi pêl du caran li pey hev pêk hat. Bi piraniya wan leşker ji 20 kesî zêdetir kes ji sûcê “qaçaxiya koçberan” û “wergirtina bertîlê” hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûdê Nisêbînê Îlkay Kati û binefser Nîhat Mûratoglû, Gurkan Sînan û Azîz Çaki jî di nav de kesên sivîl A.Ç., K.M., H.A., R.K. û O.A. bi heman sûcan hatin girtin û wan şandin girtîgehê.    ŞEBEKE AVA DIKIN    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ev kes di encama gilîkirina ku dê komek koçber ji Nisêbînê bişînin bajarên rojavayê Tirkiyê hatine binçavkirin.  Hat zanîn ku ew fermandarê bi navê Îlkay Kati gotiye “leşkerên tên vir dewlemend dibin” û leşkerên din ji bo qaçaxiyê qanih kiriye. Pişt re bi wan kesên sivîl re dikevin têkiliyê û dest bi karê qaçaxiyê dikin. Tê gotin serefser Îlkay Kati soza dê leşkeran hilde ewlehiyê jî dide û pereyê qezenc bikin dê li hev parî bikin. Hat zanîn ku ev şebeke di her sewqiyata qaçaxiyê de di navbera 8 û 10 hezar dolarî qezenc dikin.    LI XWE MIKÛR TÊN    Şebeke ji bo kelûpelên qaçax di sînor de derbas bikin, hin noqteyên sînor diyar kirine. Binefserê bi navê Nîhat Mûratoglû ji bo karûbarên fermî wek sûbayê îstîhbaratê ku ji aliyê Îlkay Kati ve tê wezîfedarkirin. Ev şebeke kelûpelên di sînor de tên derbaskirin bi wesayîtan dişînin bajarên rojavayê Tirkiyê. Ev leşker û kesên sivîl bi kelûpelan sînor namînin piştî demekê dest bi qaçaxiya koçberan jî dikin. Koçberên ji Sûriyê tên di sînor de derbas dikin û bi ser Nisêbînê re dişînin bajarên rojava. Bi beramberî 18 hezar dolar bi awayê koman van koçberan şandine. Piştî demekê vê şebekeye hildidin şopa teknîkî. Komek koçber tên desteserkirin û serefser Îlkay Kati û leşkerên din ji bo berdana koçberan dikevin nava hewldanan û di encamê de wan didin berdan. Bi bûyera dawî re ev leşkerên di nava şebekeyê de cih digirin di çarçoveya lêpirsînê de tên binçavkirin û li xwe mikûr tên û sûcê ku kirine qebûl dikin.    MA / Ahmet Kanbal