Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin 2020-09-15 13:06:45   BEDLÎS – Li navenda Bedlîsê û navçeyên wê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.    Li navenda Bedlîsê û navçeyên wê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Şerîf Çoban, Barî Karakuzu, Sanî Gunerî, Bêrîvan Saz û Havzullah Erkoç hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Bedlîsê.