Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir 2020-09-16 10:37:36 WAN - Dayika girtiyê siyasî Mert Ekîncî yê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji bo bi dawî anîna polîtîkayên zextan dest bi greva birçîbûnê kir Şefîka Ekîncî, diyar kir ku ger daxwazên kurê wê nayin bi cih anîn, ew ê biçe ber girtîgehê û dest bi greva birçîbûnê bike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasiyi yên li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind Tîpa F a Wanê dimînin, ket roja 3’yemîn. Girtiyên ji komên 6-7 kesan pêk tên, bi awayekê dorveger ji bo 10 rojan dest bi grevê kiribûn. Girtî dixwazin pêkanîn û polîtîkayên di dema Rewşa Awarte (OHAL) de dest pêkirin û hîna jî dewam dikin, bi dawî bibin.    Daxwazên girtiyan wiha ne: “Divê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî bi dawî bibin. Têlên li ser diwarên hewşa qawişan bên rakirin. Lêgerînên keyfî yên di hevîdîtinên girtî û vekirî bi dawî bibin. Radyoyên di dema OHAL’ê de hatibûn komkirin, paşve bên dayîn. Saetek din, dema hewadarkirina girtiyên cezayê muebata giran li wan hatiye birîn, bê zêdekirin û hwd.”   Yek ji girtiyên ketin gireva birçîbûnê Mert Ekîncî yê berî 4 salan li navçeya Seray Wanê hat girtin û 570 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn e.    GIRTÎ DIBIN ZEXTAN DENE   Dayika Mert Ekîncî Şefîka Ekîncî, bal kişand ser rewşa kurê xwe û wiha axivî: “Ez çûm hevdîtina wî. Ji min re got dest bi greva birçîbûnê kiriye. Kurê min û girtiyên din dibin zextek mezin dene.”    'EZÊ JÎ DEST BI GREVÊ BIKIM’   Ekîncî, şert û mercên xirab ên girtîgehê bi bîr xist û wiha got: “Şert û mercên girtîgehê her ku diçe girantir dibe. Ger daxwazên kurê min û girtiyan nayin bi cih anîn, ezê biçim ber girtîgehê û dest bi greva birçîbûnê bike. Ez dixwazim şert û mercên kurê min û hevalên wî baş bikin. Kurê min hîna zarok bû li hemberî zilmê serî netewand û niha jî, ji ber ku serî natewîne rastî zilmê tê. Kurê min ji gardiyenan zilmê dibîne, em li derve rastî zilmê tên. Gardiyen heqaretê li girtiyan dikin û îşkenceyê bi wan dikin. Girtiyên li wê derê hemû zarokên minin. Ez  dixwazim ku daxwên wan tavilê bê qebûlkirin.”