8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn 2020-09-16 13:39:47   MÛŞ – Di danişîna biryarê ya doza Hevseroka HDP’ê ya Mûşê ya berê Muhlîse Karaguzel de 8 sal û mehek cezayê hepsê lê hat birîn.    Danişîna biryarê ya doza Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mûşê Muhlîse Karaguzel a bi îdiaya “endama rêxistinê ye” dihat darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat lidarxitin. Karaguzel 59 salî ye û ew nexweş e. Bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê û malbata wê di danişînê de amade bûn.    8 SAL CEZA LÊ BIRÎN   Karaguzel parastina xwe kir û parastinên xwe yên berê dubare kir û xwest were berdan. Parêzeran jî xwest ku miwekîla wan were berdan. Şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û mehek cezayê hepsê li Karaguzel birî û daxwaz kir ku girtî bimîne.    Karaguzel ji 11’ê tebaxa 2019’an ve girtî ne.