‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’ 2020-09-16 13:50:54   STENBOL – Weqfa Aştiyê bertek nîşanî êrişên nijdarperest ên li dijî karkerên kurd da û got êrişên tên kirin gefan li siberoja Tirkiyê dixwe.   Desteya Rêveberiya Weqfa Aştiyê têkildarî êrişên nijadperest ên li dijî karkerên kurd daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî bi sernavê “Dest nedin karkerên kurd” hat belavkirin û hat bibîrxistin ku di demên dawî de êrişên nijadperest li Sakarya, Samsûn, Afyon û Edîrneyê li pey hev pêk hatin. Weqfê diyar kir kuz iman û gotinên “dijberiya kurdan” a kesên welat birêve dibin zemîneê ji êrişan re hazir dike û êrişkar teşwîqî êrişan dike û ev yek jî ber bi talûkeyek rageşiya civakî ve dibe. Weqfê destnîşan kir ku got êrişên tên kirin gefan li siberoja Tirkiyê dixwe û aştiya civakî dixe nava zehmetiyan û divê li dijî van êrişan bêdeng neyê mayîn.