Du bira bûn qûrbaniyên koronayê 2020-09-16 14:02:28   AMED – Li navçeya Karazê ya Amedê du birayên hev di nava du rojan de ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan.    Li taxa Ambar a girêdayî navçeya Karaza Amedê Alî Orûç (70) û Nûsret Orûç (68) ên birayê hev beriya bi demekê nexweş dikevin û malbat wan radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Testa koronayê ya her du birayan jî pozîtîf derdikeve û di beşa venîrîna awarte de tên dermankirin. Hat zanîn ku Alî Orûç duh jiyana xwe ji dest daye û Nûsret Orûç jî îro jiyana xwe ji dest daye.