Bavê îstîsmarkar hat berdan 2020-09-16 16:27:13 MÊRSÎN - 3’yemîn danişîna doza zilamê bi navê S.D. yê li Mêrsînê 3 keçên xwe îstîsmar kirin û hatibû girtin, hat dîtin. Bavê îstîsmarkar hat berdan.    Danişîna 3’yemîn a doza zilamê bi navê S.D. yê li Mêrsînê 3 keçên xwe îstîsmar kirin û hatibû girtin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Komeleya Têkoşîna Îstîsmara Xwendekarên Zarok a Saadet (ÛCÎM) berî danişînê li ber edliyê daxuyanî da çepemeniyêç. Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Alpay Antmen jî piştgirî da daxuyaniyê. Seroka Giştî ya UCÎM’ê Saadet Ozkan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Heya ku em îstîsmarkaran ji nava xwe paqij bikin emê têkoşîna xwe dewam bikin. Divê cezayê herî giran li vî kesê ku destûr nada ev zarok, zaroktiya xwe bijîn, ew û dayika wan îstîmar û tecawîz kir, bê birîn.”    Bersûc S.D., bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê beşdarî danişînê bû. Parêzerên her du  aliyan beşdarî danişînê bûn. Mexdûran di parastina kirin de, îfadeyên xwe yên berê dabûn dûbare kirin û xwestin bersûc bê cezakirin.    BIRYARA BERDANÊ HAT DAYÎN    Bersûc, sûcên li ser xwe qebûl nekirin û îdîa kir ku bêbextî li wî hatiye kirin.     Şandeya dadgehê, diyar kir ku delîlên derbarê bûyerê de hatine komkirin û ji ber gumana delîlan ji holê rabike tuneye, derbarê bersûc S.D. biryara berdanê da. Dadgehê piştî biryara xwe da, danişîn taloqî 10’ê Mijdarê kir.  Mexdûrên bertek nîşanî biryara dadgehê dan, li salona danişînê hirsa xwe anîn ziman.    ‘TU EWLEKARIYA MALBATÊ TUNEYE’   Parêzerê mexdûran Ezgî Şîmşek biryar berdana bersûc nirxand û wiha got: “Hîna jî delîl baş ne hatine komkirin. Di heman demê de şahid nehatine guhdarkirin. Bersûc her tim malbat û şahidan tehdît dike. Tirsa me ya herî mezin ewlekariya malbatê ye. Em vê biryarê qebûl nakin û dixwazin mexdûr bên parastin.”