Bi 70 TL’yî derket bazarê bi çend kîlo zerzewat vegeriya malê 2020-09-17 09:10:31   WAN – Canan Dûrmaz ku ji bo malbata xwe ya ku 5 kesan pêk tê, bi 70 TL’yî derket danûstandinê, li gel ku berê bi ereboka bazarê derdiket danûstaninê îro ji bo hilgirtina tiştên ku dê bikire pêwîstî bi erebokê nedît. Ev jî nîşan dide ku tişt çi qas biha bûna û êdî mirov kêm tiştan dikirin.    Li Tirkiyeyê ku her diçe qrîza aborî kûrtir dibe, welatî li hemberî bihabûnê weke çareserî di nav helwdanên kêm kirîna tiştan de ne. Li welat zem daîmî tên kirin û her roja ku derbas dibe hejmara bêkaran zêdetir dibe. Tabloya ku hikûmet dixwaze baş nîşanî gel bide jî bawerî pê nemaye.    Ji bo ku em ji nêz ve hêza kirînê ya welatiyan bişopînin, tevlî danûstanên bazarê yên malbata Dûrmaz a ku li taxa Xaçortê ya Rêya Armûşê ya Wanê niştecih e bûn. Mehane dahata malbata Dûrmaz ku ji 5 kesan pêk tê, derdora 2 hezar û 500 TL e. Yanî 150 TL ji sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî ya 2 hezar û 384 TL zêdetir û 5 hezar ji sînorê xîzaniyê yê 7 hezar û 765 TL kêm. Di ser de kesek jê asteng 3 zarokên malbata Dûrmaz diçine dibistanê.     BI 70 TL’YÎ DERKET BAZARÊ   Canan Dûrmaz, li malê lîsteya pêwîstiyên malbatê yên hefteyekê amade kir û bi 70 TL’yî derket danûstana wan. Dûrmez, plan dike ku bi vî pereyi hem firîngî, îsot, pîvaz, kartol, kelem, dolmik, belîcan bikire hem jî hinek deynê xwe yê hefteya borî bide û heke bimîne bi perê mayî jî ji bo zarokan xwe fîkî bikire.   Li gel ku salên berê Dûrmaz, bi ereboka bazarê derketiye danûstaninê jî diyar dike ku ji ber tiştên  dikirin êdî dikarin bi destan jî hilbigirin pêwîstî bi erebokê nabîne.    LI HEMÛ DEZGEHAN GERIYA   Dema em gihîstin bazarê Dûrmaz destpêkê li hemû dezgehan geriya û hewl da ku bihayên guncav bibîne. Ji her dezgehî bihayê tiştan dipirse û piştî ku em li hemû dezgehan geriyan dezgehên ku tişta ji wan bikire diyar kir. Niha dema danûstandinê ye…Destpêkê ber bi dezgehê zêrzewat ve çû. Kîlowa wî bi 2 TL’an 2 kîlo firîngî, kîloya wê bi 4 TL’an 2 kîlo îsotên hêşîn, kîloya wî bi 2.5 TL’an 2 kîlo belîcan, heba wî bi 5 TL’an kelemek, kîloya wan bi 5 TL’an 2 kîlo gizêr, kîloya wan bi 3 Tl’an 2 kîlo kartol û kîloya wan bi 2 TL’an kîloyek pîvaz kirî.  Dûrmaz, van tiştan hemû bi 44 TL’an kirî û pêre 26 TL ma. Dema ku ji malê derket ji ber ku zarokên wê jê xwestibûn bi 10 TL’an jî pakêtek şekir ji bo wan kirî. Piştre em ber bi dezgehê kincan ê li dawiya bazarê ve çûn. Bi 16 TL’yê ku ji ber danûstandinê wê man jî beşek deynê xwe yê kincên ku hefteyek berê ji vî dezgehî kiribû da. Ji ber ku perê wê têr nekir Dûrmaz, fikî, şînkayî û pêwistiyên xwe yên din jî nekirî û vegeriya malê.    NÎVÊ PÊWÎSTIYÊN XWE JÎ NEGIRT   Dûrmaz tiştên ku çend sal berê bi 70 TL’yî dikirî û tiştên ku îro karibû bikire da ber hev û ev tişt got: “Pêwistiyên malê em mehê careke dikirin lê  derveyî van tiştên li ber taştê em heftê carekê dikirin. Bi taybetî îsal her tişt biha ye. Kîloyeke çayê ku berê bi 30 TL’yî dihat kirîn, îro bi 90 TLyî tê firotin. 4 sal berê dema ku diçûm bazarê min bi 50 TL’yî pêwîstiyên hefteyekê dikirî. Ereboka bazarê têje dikir û vedigeriyam malê, lê niha ji bo hemû tiştên ku dikirim pêwistî bi erebokê nabînim. Çûm bazarê lê min nivî pêwistiyên xwe nekirî.”   ‘KESÊN KU NIKARIN VAN JÎ BIKIRIN HENE’   Dûrmaz, herî dawî ev tişt got: “Dîsa rewşa min baş e, hin kesên ku rewşa wan a nikarin van tiştan bikirin jî hene. Li gorî min wê qrîz gelek mezin bibe û bê rewşeke wisa ku dê kes nikaribe zêrzewat bikire.”    MA/ Dîndar Karataş