Zebeşên ku zipîkê li wan da di nav erd de man 2020-09-17 09:11:22   MÛŞ – Li navçeya Dêrxas a Mûşê, zebêşên ku zîpikê li wan xist di nav erdan de dirizin. Cotkaran diyar kir ku xesara wan mezin e û ketine derdê xelaskirina mesrefa xwe.   Li gundê Gokyazi yê navçeya Dêrxas a Mûşê, zîpikeke zêde bariya û xesareke mezin da zebeşên di nav erdan de. Ji ber vê yekê bit onan zebeş di nav erdan de man û riziyan. Cotkaran, destnîşan kir ku zebeşên zîpîkê li wan xistiye nayên firotin û xesareke mezin gihîştiye wan.   JI SEDÎ 80 WÊ BIÇIN SER SERGO    Ji cotkaran Adem Tekîn, diyar kir ku mehên zivistanê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dixebite û havînan jî çandiniya zebeşan dike û wiha got: “Ji ber zîpikê keda me îsal vala çû. Xesareke mezin gihîşt me. Rewşa cotkarên din jî mîna rewşa min e. Niha di erd de zêdetirî 100 ton zebeş heye lê heke bê neqandin wê tenê 20 ton jê karibe jê bê firotin. Zebeşê mayî wê hemû biçin ser sergo. Di vê rewşê de em ê xesara xwe dernexin. Di navbera 70-80 hezar TL’yî de mesrefa me bû.”   NIKARIN DEYNE XWE BIDIN    Tekîn, anî ziman ku serî li rayedaran dane lê tu piştgirî negirtine û ev tişt gotin: “Êdî em ne di derde qezenckirinê de ne. Tenê derdê me ew e ku em xesara xwe derbixin. Dema çandinê me me deynan kir. Niha em nikarin wan deynê xwe bidin. Em jî nizanin ku çibikin.”   PIŞTGIRÎ NEGIRTINE    Cotkarê bi navê Yûnûs Yildiz jî da zanîn ku 50 hezar TL mesrefê li çandiniya zebeşan kiriye û derbarê xesara ku li wan ketiye ev tişt anîn ziman: “Em niha nikarin mesrefa ku me kiriye  derbixin. Gelek caran ji bo ku di destê me de nemîne me bi bihayek erzan zebeşê xwe firotiye. Niha hemû zebeşê me di nav erd de mane. Ji ber ku zîpikê li wan xistiye bikir naxwazin ku zebeşên me bikirin. Me ji dewletê jî tu pişitgirî negirt. Ji Miduriyeta Çandiniyê ya Bajar hin karmend hatin lê heta niha tu deng ji wan derneketiye. Salê 200 ton zebeş dertên lê em nikarin bifirroşin. Îsal jî nêzî 100 ton zebeşê me wê biçin ser sergoyê.”   MA / Bariş Donmez