Tûran: AKP fermana êrişên ser karkerên demsalî yên kurd bi rêyên sublîmînal dide 2020-09-17 09:12:08   AMED – Endamê Komisyona Çandiniyê ya Meclisê yê HDP’ê Ridvan Tûran, diyar kir ku desthilata AKP’ê bi kevneşopiya dewletê ya înkar û pişaftinê ya ser kurdan didomîne û bi rêyên sûblîmînal telîmatên êrîşa ser kurdan dide girseyên sûtal ên ku bi bîrdoziyê hatine dorpêçkirin.    Weke her havînê, îsal jî tevahiya mehên havînê karkerên kurd ên demsalî bûn hedefa êrişên nîjadperest. Karkerên demsalî yên kurd ku ji bo debara xwe her sal ji neçarî diçin herêmên Behra Spî, Anatoliya Navîn, Ege û Behra Reş, ji bilî ku di rêyan de qezayên trafîqê d erbaş dikin û dimirin, li bajarên ku diçinê jî bi êrişên nîjadperest re rûbirû dimînin.    SAKARYA Û AFYON   Salên berê di êrîşên nîjadperest ên ku li Konya, Gîresûn û Samsûnê pêk hatin de  gelek karker birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Mînakên van êrîşan îsal jî li Sakarya û Afyonê pêk hatin. Karkerên  ku ji  bo xebatê ji Mêrdîn û Wanê çûn Sakarya û Afyonê û karê berhevkirina findiqan û  înşaatê  kirin bi êrîşên nîjadperest re rûbirû man. Li Sakaryayê  xwediyên findiqan karkeran derp kirin û  li Afyonê jî kesên  nîjadperest  karkerê bi navê Ozkan Tokay qetil  kirin.    ‘TELÎMATA  ÊRIŞAN AKP DIDE’   Parlamenterê HDP’ê yê Mersînê û Endamê Komisyona Çandiniyê ya Meclisê yê HDP’ê Ridvan Tûran, êrişên li hemberî karkerên kurd nirxand û diyar kir ku karkeriya demsalî encam polîtîkayên dewletê yên sal in 1990’î ye û wiha got: “Ji ber qrîza heyî ya li welat hejmara karkerên demsasî zêdetir bûye.  Di salên dawîn de êrişên nîjadperest jî li pisgirêkên karkerên demsalî yên mîna qadên jiyanê yên tendurist û saetên dirêj û ne ewle yên xebatê zêde bûne. Polîtîkayên dijminane yên li hemberî kurdan ên desthilata AKP’ê li Sakarya û Afyonê encam dane. Sedema êrişên li hemberî karkerên kurd polîtîka û şovenîzma AKP’ê ya li dijî kurdan e.”   ‘ÊRÎŞKAR TÊN PARASTIN’   Tûran, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê bi kevneşopiya dewletê ya înkar û pişaftinê ya ser kurdan didomîne û bi rêyên sûblîmînal telîmatên êrîşa ser kurdan dide girseyên sûtal ên ku bi bîrdoziyê hatine dorpêçkirin û wiha got: “Nîjadperestî êdî bûye tiştekî rojan e, berbelav û girseyî bûye. Em bi konjunktûreke civakî re rûbirû ne. Ji ber pêkanîna polîtîkayên bêcehiştinê, bi leşker, polis û hêzên mîna wan ev kesên êrişkar bi awayekî aşkera tên parastin û piştgirîkirin. Ev jî dibe sedem ku êrîşkarî zêde bibe.”    ‘ÇARESERÎ DI RÊYÊN WEKHEV, AŞTIYANE Û DEMOKRATÎK DE YE’   Tûran, ji bo çareseriyê hewldanên partiya xwe HDP’ê bi bîr xist û ji bo çareseriya pirsgirêk bi rengî ev pêşniyar kirin: “Li gel helwdanên partiya me tu heldaneke AKP’ê ji bo vê yekê tüneye. Heke Pirsgirêka Kurd li gorî bîngeha welatîbûna wekhev bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin û polîtîkayên neolîberal ên çandêniyê bên terikandin pirsgirêka heyî dikare bê çareserkirin.”   MA / Ergîn Çaglar