Pîlotê teqawit: Rêya rawestana şer, bi rawestana AKP’ê re derbas dibe 2020-09-17 10:18:10 STENBOL - Pîlotê teqawit Bahadir Altan, diyar kir ku têkiliyên Yûnan-Tirkiyeyê weke amûrên polîtîkayên hûndirîn tên bi kar anîn û got: “Rêya rawestana polîtîkayên şer, bi rawestandina AKP’ê re derbas dibe.”   Rageşiya di navbera Tirkiyeyê û Yûnanîstanê ya li Rojhilatê Deryaya Spî tê jiyîn, ligel hemû bangên aştiyê jî dewam dikin. Welatê Fransa ku alîkariya Yûnanîstanê dike, di hefteya derbasbûyî de, ji bo ku helweatên li dijî Tirkiyeyê û krîza Rojhilatê Deryaya Spî nîqaş bikin, 6 welatên Yekitiya Ewropayê (YE) yên ber peravên Deryaya Spî Fransa, Îtalya, Îspanya, Portekîz, Malta, Qibrisa Başûr û Yûnanîstan li Korsîkayê li hev civiyabûn. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, piştî civînê daxuyanî da bû û gotibû, divê Tirkiye, dawî li çalakiyên xwe yên yek alî yên li Deryaya Spî bîne. Dûre Serokkomar  Erdogan daxuyanî da bû û ji Macron re gotibû, “Bi şexsê min re wê hîna gelek tengaziyên te çêbikin.”    Ligel van hemû pêşketinan, welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE) ên li Korsîka kom bibûn, xwe amade dikin ku di civîna Konseya Ewropa ya di 24 û 25’ê Îlonê bê lidarxistin de jî, helwestekê hevpar nîşan bidin. Tirkiyeyê li hemberî van pêşketinan, navber da xebatên lêgerîna jêderkên xwezayî yên Kêştiya Orûç Reîs a li Derya Spî û hat ragihandin ku kêştî girtine lênihêrînê.    Pîlotê teqawit Bahadir Altan, pêşketinên li Rojhilatê Derya Spî tên jiyîn nirxandin û got: “Rageşiya di navbera Yûnanîstan û Tirkiyeyê de, ji aliyê hemû desthilatdariyan ve weke amûr tê bi kar anîn.”   SOZEKÊ SULEYMAN DEMÎREL HEBÛ    Altan, bal kişand ser têkiliyên di navbera Yûnan-Tirkiyeyê de û wiha axivî: “Di pêvajoya xebatên min ên Hêzên Hewayî de, min dît ku têkiliyên Yûnan-Tirkiyeyê her tim di polîtîkayên hûndirîn de hatine bi kar anîn. Derbarê vê yekê de sozekê Suleyman Demîrel hebû. Wê demê jî rewşa aboriyê weke ya niha pir xirab bû. Navê keştiya Orûç Reîs wê demê HORA bû. Demîrel digot, ‘HORA li Egeyê, Ege jî li wê derê ye.’ Ji dest pê kê van rageşiyan ve destilatdariyên netewperest ên her du welan xwe xwedî kirin. Lê welatiyên van her du welatan bedelên mezin dan. Tu hed û hesabê ji bo vê derê hatiye xerckirin tuneye. Bi taybetî, êdî polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Sûriyê û Başûrê Iraqê îflas kirine. Cîhan jî, ji ber vê bene AKP’ê yê polîtîkayên navxweyî derxistiye bazarê. Ji ber vê niha qala Mavî Vatan dikin. Dixwazin mirovan bi vê bixapîn in û vê yekê dixin amûrê polîtîkayên hûndirîn.”   TENÊBÛNA NETEWEYÎ   Altan, da zanîn ku bedela zimanê “zorbe” yê desthilatdariyê ku qaqibokirin li tevahiya cîhanê dikir wê gel bidin û wiha bilêv kir: “Êdî tu girîngeiya polîtîkayên AKP bi rêve dibe nemaye. Desthilatdarî bi van polîtîkayên xwe nikare tiştekê hilberîne. Ji ber ku nikare tiştekê din bike, lez da çêkirina çekan. Ji bo ku vê hilberîna xwe dewam bike, divê berî her tiştî dijminan ava bike. Divê dijminan zêde bike. Ji xwe gelek çekên çêdikin jî, parçeyên wan ji derve de dikirin. Cihên ku ÎHA û SÎHA’yên xwe jî, lê bi ceribîne, mixabitin bûye axa Sûriyeyê. Van çekan li wê derê bi kar tînin û bi vî awayî cîhanê didin nasandin. Êdî tu tiştekê wan ê hilberînin nemaye. Ji x we çandinî, sewalkarî û pîşesazî têk birin. Ji bo ku van rastiyan veşêrên pêwîstiya wan bi qadên şer ên nû hene.  Bi polîtîkayên xwe yên li Egeyê jî, welat ber bi çiravê ve dibin. Hewl didin her tim dijminan ava bikin. Ev jî pêngavên polîtîkayên êrîşkar ên herî dawî yên netewperestiyê ne. Lê muxalîf li şûna ku van di lêpirsînan re derbas bikin, li pey van diçin. Yên ku pêşiya vê vekir jî, ji bo teskereya Sûriyeyê got ‘erê’ û ‘em di warê neteweyî de li pişt desthilatdariyê ne.’ Lê belê ev ne parastina neteweyî. Kesekê êrîşî me nekiribû. Desthilatdarî her ku tengav dibe û bi ser nakeve, dijminekê ava dike. Hemû cîhan anîna pêşberî xwe ne serbixwetiya netewî ye. Ev kirîn tenêbûna netewî ye. Tirkiye ne tenê di herêma xwe de, êdî li tevahiya cîhanê bi tenê ma ye.”   MA / Ferhat Çelîk