Nîvê nifûsa wê kurdin: Lê di billboardên 9 zimanî de, kurdî tuneye! 2020-09-17 12:08:29 ERZIROM – Li navçeya Yakutiye ya navenda Erziromê ku nîvê nifûsa wê kurdin, şaredariya AKP’ê di billboardên îlanê ya 9 zimanî daliqand de, tenê cih neda zimanê kurdî.   Li navçeya Yakûtliye ya girêdayî navenda Erziromê ku nîva nifûsa wê kurdin, şaredariya AKP’ê afîşên bi 9 zimanî “Ji kerema xwe re rûpoşên xwe bin ber rûyê xwe” bi tevahiya billboardên îlanê yên bajêr ve kirin. Lê şaredariyê nifûsa kurd li ber çavan negirt û cih neda zimanê kurdî. Ligel ku li navçeyê qet welatiyên Erep, Îngîlîz, Rûs, Gurcî û Azerî tune ne jî, şeredariyê ev ziman di afîşên daliqand de nivîsandin û bi vê awayî hebûna nifûsa kurda ya li navçeyê tune hesiband.      Yek ji nivîskarên Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşana kurdî dike Abdurrahman Sever ê li Erziromê dijî, bertek nîşan da û got: “Nîva nifûsa naçeyê kurdin. Ev cudakariya li bajêr tê kirin, encama polîtîkayên înkarê yên bi salane li ser gelê kurd tên meşandin e. Ev dewama van polîtîkayan e.    KURDAN ÎNKAR DIKIN   Sever, diyar kir ku bi destê dewletê polîtîkayên tune hesibandina gelê kurd di her qadê dewam dikin û wiha bilêv kir: “Li vî welatî, ji dîrokî heya roja îro li dijî kurdan hişmendiya înkar û cihêkarî dewam dike. Di zindana Amedê de ku veguherandibûn îşkencexaneyê, ji girtiyan re digotin ‘Bi tirkî biaxivin, pir biaxin.’ Ev hişmendî îro jî dewam dike.”    ÊRÎŞÎ ZIMANÊ KURDÎ DIKIN   Sever, bibîr xist ku desthilatdariya AKP’ê ji hilbijartinê heya hilbijartinê, ji bo ku ji kurdan dengan bigire, stranên kurdî dide guhdar kirin û bi kurdî silav dide. Seven, dest nîşan kir ku êrîşî zimanê kurdî dikin û wiha bertek nîşan da: “Ziman hebûna gelekê ye. Di afîşande cih didin 9 zimanan, lê cih nadin zimanê kurdî. Ev êrîşa herî mezin a li dijî gelê kurdê. Bi vê êrîşî kurdan dikin. Divê gel xwedî zimanê xwe derbikeve. Tekane rêya vê jî avakirin yekitiya kurdane. Ger em yek bûna, wê bi vî awayî nekarîban bi rehetî êrîşî me bikiran.”    MA / Dindar Karataş