Piştî êşkenceyê rapora ‘ji bilindahiyê ketiye’ dan welatî 2020-09-17 13:13:48   WAN – Di rapora Servet Tûrgût ê li nexweşxaneyê derket holê ku di binçavan de ye wiha hatiye gotin “Nexweşê bênav bi sedema ji bilindahiyê de ketiye anîne.”    Li navçeya Şaxê ya Wanê eskerên derketibûn operasyonê di 11’ê îlonê de Servet Tûrgût (55) ê bavê 7 zarokan û Osman Şîban (50) ê bavê 8 zarokan binçav kirine. Piştî du rojan derket holê ku ew li Nexweşaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Wanê di binçavan de ne. Ji ber êşkence li wan hatiye kirin li nexweşxaneyê tên ragirtin. Malbatên wan jî li ber nexweşxaneyê sekinîne.    RAPOREK SOSRET   Li aliyê din piştî raporek sosret ji bo Osman Şîban amade kirin vê carê jî raporek sosret ji bo Servet Tûrgût jî hat amadekirin. Di rapora lêdanê de wiha hatiye nivîsandin: “Nexweşê bênav bi sedema ji bilindahiyê de ketiye anîne. Nexweşê entubeyê.”    Tê gotin ev agahî dema her du welatî ne li ser hişê xwe bûne ji aliyê eskeran ve hatine dayîn.      Di dewama raporê de hat gotin çavên wî û guhên wî zirar dîtine, her du destên wî û sînga wî jî birîndar bûne.