Ji bijîşkan bo Bahçelî: Civak li cem kedkarên tenduristiyê ye 2020-09-17 15:10:35   STENBOL / AMED – Bijîşkan bertek nîşanî banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî dan û gotin: “Hemû beşên civakî li cem kedkarên tenduristiyê cih digirin.”    Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) li dijî gotin ango banga “Bila TTB were girtina” Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî nerazîbûna xwe didomîne.    TTB’ê û Odeya Bijîşkan a Stenbolê di çarçoveya hefteya “Hûn nikarin birêve bibin, em diqedin” li ber nexweşxaneya Etfalê ya Şîşliyê ya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê.    XETERE DIDOME    Ji Rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Guray Kiliç da zanîn ku her ku diçe pêvajoya koronayê xetereyê zêde dike û nebaweriyê dide xelkê. Kiliç got yên ku herî zêde ji koronayê bi bandor dibin kedkarên tenduristiyê ne û xwest şertên wan were başkirin.    BÊTEVDÎRÊ DIMIRÎNE    Sekretera Odeya Dermansazên Stenbolê Zozan Golbaş jî diyar kir ku dikare pêşî li şewba koronayê were girtin û j ber bêtevdîriyan gelek welatî û xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.    BERTEK NÎŞANÎ BAHÇELÎ DA    Ji rêveberiya Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Ozturk jî bal kişand ser banga “girtina TTB” ya Devlet Bahçelî û got: “Ev hewldana lînckirina me ye. Berê jî me kirin armanc. Lê belê ew kesên ku me dikirin hedef çûn lê em li vir in. Em ê her li vir bin. Em ê serê xwe ji zextan re netewînin.”    YERLÎKAYA: CIVAK LI CEM KEDKARÊN TENDURISTIYÊ YE    Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya jî bertek nîşanî banga Bahçelî da û wiha got: “Em saziyek pîşeyî ne. Em ji tenduristî û mafê tenduristiya xelkê xwe berpirsiyar in. Em hewl didin ku pêşî li belavbûna koronayê bigirin. Em di pêvajoyek wiha giran de bi gefan re rûbirû dimînin. Jig elek beşên civakê bertek ji bo vê bangê hat nîşandan. Me dît ku hemû beşên civakê li gel kedkarên tenduristiyê cih digirin. Em dibînin ku kî tenduristiya xelkê xera dike. Em ê berpirsiyariya xwe ya ji bo tenduristiya xelkê her bînin cih. Wê hewldanên me ku em li dijî van gefan û bangan berdewam bikin. Em li pey gotinên xwe ne û wezîfeya xwe bicih bînin.”