Qereqolê ji şêniyan re gotiye: Heta ku qereqol li vir be dê şewat bidome 2020-09-17 15:15:09 ŞIRNEX – Li Çiyayê Gabarê welatî dixwazin mudaxileyî şewatê bikin. Lê tên astengkirin. Qereqol ji welatiyan re gotiye “Heya ku qereqola Gormeç li wir be wê şewat bidome. Ji ber ku derdor tê gulebarankirin.”    Şewata ku li Çiyayê Gabarê ev 3 roj in bênavber didome û nayê vemirandin. Şewata ku li bajaroka Dergûlê ya Şirnexê bi daristanê ket,  belavî çoltara gundên Zivingû, Memîra, Deriyê Gabar, Dêrşew, Qernê, Bîrava, Memîrûka û Bêsûkê bû. Welatiyên ji gundê Bêsûkê l gel derfetên kêm jî hewl dan ku agir vemirînin.    QEREQOL: WÊ ŞEWAT BIDOME    Şêniyên gund li qereqola gund geriyan û ji wan alîkariya mûdexilekirina şewatê xwestin. Qereqolê bersiva şêniyan da û wiha got: “Heya ku qereqola Gormeç li wir be wê şewat jî bidome. Ji ber ku derdor tê gulebarankirin."    Şêniyên gund dan zanîn ku qereqolê bi vê bersivê ji wan re gotiye ku ew ê mudexileyê şewatê nekin.    Hat ragihandin ku li herêmê heta niha bi hezaran dar şewitîne û talana xwezayê pêk tê. Şêniyên herêmê ji bo vemirandina şewata belav dibe banga hestiyariyê li raya giştî kirin.