Dayik Şenyaşar: Kujer li derve ne, kurê min di girtîgehê de ye 2020-09-17 15:38:28 ENQERE - Emîne Şenyaşar a bi Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû re hevdîtin kir, pirsa ev çi edalete? kir û got: “Kurê min 2 salin di girtîgehê de ye, lê kojer li derve de ne.”   Emîne Şenyaşar a li navçeya Pirsûs a Rihayê di pêvajoya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de, hevjîn û 2 kurên xwe di êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi 2 kurê xwe Ferîd û Mehmet Şenyaşar û parêzerê malbatê Bulent Dûran re bi daxwaza edaletê hatin Enqerê û bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl re hevdîtin kirin. Malbata Şenyaşar vê carê hevdîtin bi Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîgolu re kir. Malbata Şenşayar û parêzerê malbatê Bulent Dûran, bêhiqûqiya di dosyayê de dewam dike û daxwazên xwe yên edaletê bi Gergerlîoglû re bi raya giştî re parve kirin. Ji malbata Şenyaşar a beşdarî weşana zindî ya Gergerlîgolû bû Ferît Şenyaşar mafê axaftinê girt û axivî.    Şenyaşar, tiştên di dema bûyerê de jiyan wiha vegot: “Em hemû bi giranî birîndar bibûn. Em rakirin nexweşxaneya dewletê. Li wê derê êrîşa duyemîn pêk hat. Berî ku ambûlans bikevin hundur êrîşî me kirin. Ez avêtim derve û ji ser hişê xwe çûm. Di canê birayê min ê hat kuştin de 17 gule hatin derxistin. Bavê min li nexweşxanê bi lînçê qetilkirin. Enver Yildiz piştî salek û nîvê weke ku tiştek nebûye tê teslîm dibe. Ji bo ku xwe bêsûc û fihêl bikin, dibêjin ‘ev PKK’î ne.’ Du salan derbarê me de lêkolîn kirin, lê tu tişt bi dest nexistin. Di heman demê de, dahatûyên me yên 5 salan, medyayên me yên civakî û telefonên me di lêpirsînê re derbas kirin. Lê dîsan jî tiştek nedîtin. Di ser vê bûyerê re 2 sal û 3 meh derbas bûn. Lê hîna jî tu pêşketin tuneye. Hîna jî dosyeya nexweşxanê aşkere nekirine. Dozger dibêje derbarê nexweşxanê de tu şik û gumanek tuneye.”   ‘JI BO EDALETÊ EM LI VIRIN’    Parêzerê Malbatê Bulent Dûran jî, xwest ku meqamên darazê, partiyên siyasî şopdarê dosyeyê bin û wiha got: “Em dixwazin darizandinek adîlane bê kirin. Em têkoşîna hiqûqê bi rêve dibin. Dozger Rihayê erka xwe bi cih nayîne. Dixwaze ser komkujiyê bigire. Ji bo vê lêpirsînê deng bidin.”   EMÎNE ŞENYAŞAR: ÇAVÊN MIN ZIWA BÛN    Dayika Emîne Şenyaşar jî, daxwaza edelatê kir û wiha got: “Em ji bo edaletê hatin Enqerê. Malbata min tune kirin. Ez edaletê dixwazim. Divê kurê min ê girtî tavilê bê berdan. Gelo ev edaletek çawane? Kurê min 2 salin girtiye. Lê kesên komkujî pêk anîn li derve digerin. Bi şev û roj ez digirîm. Êdî çavên min ziwa bûn. Gelo çima vê zilmê ji bo me rewa dibînin? Bila ev zilm bi dawî bibe. Neviyê min ê 2 mehî bû 2 salî. Niha pirsa bavê xwe dike. Ez dixwazim demildest edalet bê bi cih anîn.    Gergerlîoglû jî, diyar kir ku ew ê şopdarê dozê bin û li her qadê, daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar bînin ziman û bibin dengê wan.