DMME’yê girtina komeleyê weke binpêkirin hesiband 2020-09-18 09:06:27   EDENE – DMME’yê, derbarê serlêdana girtina Şaxa TAYAD’ê ya Edeneyê û ceza dayîna endamên wê de biryara “azadiya damezrandina komeleyê hatiye binpêkirin” da û Tirkiyeyê mehkûm kir.   Di 2008’an de polisan bi ser Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TAYAD) a Edeneyê de girtibûn û îmzeyên ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibûn berhevkirin, wêneyên Ocalan û Rojnameya Şopê Rojê desteser kiribûn. Piştre bi hinceta îmze û rojnameya ku hatibû desteserkirin, derbarê rêveberên komeleyê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê, cuda cuda 2 sal ceza dabû rêveberên komeleyê. Ceza di sala 2012’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin, lê di darizandina ku piştre hat kirin de biryareke bi heman rengî hat dayîn û hat taloqkirin.    PÊVAJOYA DMME’YÊ   Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, her wiha derbarê komeleyê de jî lêpirsîn dabû destpêkirin û bi angaşta ku li gorî xebatên xwe tevnegeriyaye û “propagandaya rêxistinê” kiriye bi daxwaza girtinê derbarê komeleyê doznameya amade kiribû. Dadgeha Esliye ya Hiqûqê ya Edeneyê doznameya ku hatibû amadekirin qebûl kiribû û di sala 2009’an de komeleyê girtibû. Parêzera komeleyê Beyhan Guneylî, biryarê biribû dadgeheke bilindtir. Lê ji ber ku hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî hatin ceribandin û tu encamek ji wan derket, parêzer Guneylî di sala 2010’an de dozê bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).    TIRKIYE MEHKÛM BÛ   DMME’yê jî di 21’ê Tîrmehê de serlêdana Guneylî nirxand û biryar da. DMME’yê girtina komeleyê wek binpêkirina xala xwe ya 11’emîn qebûl kir û diyar kir ku bi girtina komeleyê azadiya damezrandina komeleyê hatiye binpêkirin û Tirkiyeyê mehkûm kir.    PARÊZER CEZAYÊ ALTERNATÎF XWESTIYE LÊ NEHATIYE GUHDARKIRIN   Parêzer Guneylî, biryara DMME’yê ya ji bo serlêdana xwe nirxand û diyar kir ku dema ku doza girtina komeleyê hatiye dîtin, xwestiye ku li benda encama doza cezayê bê sekinandin û weke alternatîf cezayê pere bê birîn lê nehatiya guhdarkirin û biryara girtina komeleyê hatiye dayîn û ceza hatiye birîn.    MA / Hamdûllah Kesen