TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin 2020-09-18 17:30:10   ŞIRNEX - Tevgera Jinên Azad (TJA), li Şirnexê bi daxuyaniyekê starta kampanyeya "Em xwe diparêzin" da. Jinan diyar kirin ku jin dê li dijî her polîtîkayên li dijberî jinan tebikoşin û gotin: "Em wekî jinên Botanê bang dikin. Êdî des dest dirijiyê ziman, nasname, xweza, erdnigarî, beden û zarokên bikin. Em xwe diparêzîn û serî hildidîn."   Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) starta kampanyaya “Em xwe diparêzin” dan. Starta kampanyayê li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat dayîn. Endamên Meclîsa Dayîkên Aşitiyê, Meclîsa HDP’ê ya Jinan û aktivîstên TJA’yê bi kincên herêmî beşdar bûn. Li ser navê jinan aktivîsta TJA’yê Zozan Aksu daxuyanî da. Aksu, diyar kir ku li dijî hemû zext û pêkûtiyan tebikoşin û wiha got: "Di serî de em wekî jinên Botanê TJA’ye bi rihê têkoşêr ê jinan, bi hest û evîna azadiyê ya hemû jinên berxwedêr ên Mezopotamyayî, ku îro pêşengiya şoreşa jinê ya cîhanê dikin, em silav dikin. Xweparastin mafekî serekî û bingehîne. "Em xwe diparêzin” û wekî jinên Botane li vir in.Zext û zor çiqas li me bê kirin jî, em xwe diparêzin û bi destkeftiyên xwe xwedî derdikevin.Hebûn û destkeftiyên me li ser mîraseke berxwedanê ava bûye û beriya ku em dest bi kampanyayê bikin, em berê xwe bidin hişûbîra xwe ya li ser berxwedanê avabûyî, dê baştir bibe."   'HERÎ ZÊDE JIN HEDEF GIRTIN'   Aksu, bal kişand ser polîtîkayên ku li dijî jinan tên meşandin û wiha dom kir: "Hikûmeta nijadperest û zayendparêz a ku me qebûl nake, her ku diçe êrişên xwe yên li ser me zêdetir dike. Di encama polîtîkayên nijadperest heta niha bi mîlyonan Kurd hatin qetilkirin. Di van komkujiyan de herî zêde jin hatin hedef girtin. Zarokên Kurd di wargeh û dibistanên taybet de hatin bişaftin, ji nasname û hebûna xwe hatin bidûrxistin, ji ziman û çanda xwe fedî kirin. Xwestin bi van polîtîkayan armanc û têkoşîna me têk bibin, lê li dijî van jinên Kurd xwe parastin û cardin xwe afirandin."   'LI DIJÎ HER POLÎTÎKAYEKE SERDEST EM XWE DIPARÊZÎN'   Aksu, herî dawî destnîşan kirin ku wan hemû komkujî bi têkoşîneke mezin têk birin û got "Em heta îro hatin û em niha jî bi kampanyaya xwe ya “Em xwe diparêzin” wê berxwedana xwe didomînin. Em ê li ber zihniyeta desthilatdar û rejîma AKP-MHP’ê serî netewînin û berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê xwe li dijî hemû êrişan biparêzin. Ev mafê me yê bingehîn e. Em cardin dibêjin kuştina jinan polîtîke. Êdî bes e. Em wekî jinên Botanê bang dikin, êdî des dest dirijiyê li zimanê me ,nasnama me,xwezaya me,erdnigariya me, bedena me û bedena zarokan bikin. Em xwe diparêzîn û serî hildidîn."   Start bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.