Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan 2020-09-18 18:29:50   RIHA - 2'emîn danişîna doza Xalfetî ku piştî îşkenceya li welatiyan hat kirin û 55 kes bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin pêk hat. Di danişîna 8 jê girtî 24 kes dihatin darizandin de tu kes nehat berdan.    Di 18'ê Gulana 2019'an de li Gundê Derto yê Xalfetiya Rihayê esker û polîsan bi ser gund de girtibûn û şer derketibû. Di şer de 1 jê polis û 2 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê esker û polîsan 55 gundî li hewşa dibistanê dirêj kiribûn û îşkence li wan kiribû. Pişte jî polîsên TEM'ê yên Rihayê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajaroka Yaylakê li welatiyan îşkence kiribûn û ceyran dabûn wan. Piştî bûyerê der 13 kes hatibûn girtin û li 24 kesan doz hatibû vekirin. Danişîna 2'enîn a dozê îro li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê pêk hat. Di danişîna dozê de girtî Zekî Alakuş, Celal Ercan, Cindi Zincirkiran, Celal Yildirim, Mehmet Alakuş, Fahrettin Alakuş, Mustafa Kahraman, Abdullah Çiftçi û Besravi Atmaca li gel parêzerên xwe li salonê amade bûn. Girtiyan parastin kir û anîn ziman ku bi îşkenceyê îfade dane û xwestin bên berdan. Parêzeran jî parastin kir û xwest muwekilên wan bên berdan.    Lê heyetê daxwaza girtiyan û parêzeran red kir û doz taloqî 4'ê Kanûna 2020'an kir.