Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin 2020-09-18 18:40:18   MÛŞ – Heyeta dadgehê li Navçeya Kopê a Mûşê ji 9 kesên ku di sala 2016'an de tev li merasima cenazeyê HPG’î bûne 3 kes girtin û şandin girtîgehê.    Polîsan bi hinceta li Navçeyên Kop û Gumgumê yên Mûşê, Navçeya Kanîreşê ya Çewligê û navçeya Karaçoban a Erziromê tev li merasimê cenazeyên HPG’î bûne, li Kopê bi ser gelek malan de girt û 9 kes binçav kirin. Polîsan piştî îfadeya 9 kesên girt sewqî edliyê kirin. Heyeta dadgehê ji 9 kesan 6 kes berdan û 3 kes jî girtin û şandin girtîgehê.