Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin 2020-09-18 19:14:06   ENQERE - Malbata Şenyaşar li Enqereyê ÇHD ziyaret kir. Endamê ÇHD'ê Parêzer Murat Yilmaz, anî ziman ku di rewşê wisa de mirov nikare li heviyê be ku hiqûq pêk bê û wiha got: "Ya girîng ewe ku mirov nehêle doz bê ji bîr kirin."    Malbata Şenyaşar li Enqereyê 2 rojan ziyaretên saziyan kir û îro jî ÇHD ziyaret kir.  Malbata Şenyaşar ewil xwest bi rayedarên Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan re hevdîtin bike. Malbata Şenyaşar piştî 3 saetan li ber deriyê saziyê rawestiyan û şûnde hevdîtin kirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Ferît Şenyaşar, anî ziman ku rayedaran gotiye "Ji ber bûyerek edlî ye saziya me pê eleqeder nabe. Em nikarin beşdar bibin." girtine.    Malbatê piştre Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ziyaret kir. Ji komeleya ÇHD'ê endamê ÇHD'ê Murat Yilmaz, malbat pêşwazî kir. Di ziyaretê de ji malbata Şenyaşar Ferit Şenyaşar, anî ziman ku bê hiqûqiya der barê dosyayê de berdewam dike û daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman. Ferît Şenyaşar geşedanên roja bûyerê parve kir û got: “Zêdeyî 50 kesan êrîşî me kirin."    YÊN KUŞTIN LI DERVE NE, YÊN HATIN KUŞTIN GIRTÎ NE   Ji malbatê Emine Şenyaşar jî qala wê rojê kir û dema hevjînê wê çawa li nexweşxaneyê hatiye kuştin vegot. Şenyaşar, anî ziman ku kur û hevjînê wê hatiye kuştin û dîsa kurê wê yê din girtî ye û got: "Lê yên ew kuştine li derve ne. 3 salin kurê min di hucreya yek kesî de tê girtin. Ev çawa dewlet e û ev çawa edalet e. Ew ê çawa bibin wekîl."      Parêzerê ÇHD'ê Murat Yılmaz, jî anî ziman ku çi ji destê wan bê dê bikin. Yilmaz, anî ziman ku di rewşê wisa de mirov nikare li heviyê be ku hiqûq pêk bê û wiha got: "Ya girîng ewe ku mirov nehêle doz bê ji bîr kirin."    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di pêvajoya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de bav Haci Esvet Şenyaşar û du kurên wî jiyana xwe ji dest dabûn.