Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da 2020-09-19 08:44:17   WAN – Girtiyê 75 salî Takiyettîn Ozkahraman ku duh li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê rewşa wî giran bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Wanê, jiyana xwe ji dest da.   Girtiyê 75 salî mamosteyê teqawît Takiyettîn Ozkahraman ku beriya 3 salan li navçeya Melezgirtê ya Mûşê hatibû girtin, duh li Girtîgeha Tîpa L a Panosê rewşa wî giran bûbû û bi ambûlansê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê û piştre ji vir jî wî rakiribûn Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Wanê. Ozkahraman ku li beşa lênêrîna awarte ji ber nexweşiya hilmij û pişe tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.   BERÎ BÊ GIRTIN TIŞTEKÎ WÎ TUNEBÛYE    Ozkahraman, di sala 2014’an de Serokatiya Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Navçeya Melezgirê kiribû. Birayê Ozkahraman Sadûllah Ozkahraman, diyar kir ku beriya girtinê tu nexweşiyeke birayê wî tunebûye û wiha got: “Beriya 2 mehan nexweşiyên wî li girtîgehê dest pê kirin. Gelek caran rewşa wî nebaş bû û lê li nexweşxaneyê tedawî nekirin. Pirî caran dermanên êşbirê danê. Ji ber vîrûsa koronayê her carak ku kekê min birin nexweşxaneyê 14 rojan wî dikirin kogûşa yekkesî. Diviya ku li nexweşxaneyeke baş bihata tedawîkirin. Berê jî li nexweşxaneya ku anîbûnê gotibû divê anjiyo bibe lê wî tedawî nekiribûn. Ji ber vê yekê duh rewşa wî giran bû û rakirin nexweşxaneyê.”   SERLÊDANÊ PAŞGUH KIRINE    Ozkahraman, destnîşan kir ku ji bo paşdexistina cezayê kekê xwe 2 caran bi daxwazaneyê serî li Wezareta Dadê dane lê serlêdana wan hatiye paşguhkirin û ev tişt anî ziman: “Dilê me dişewite lê bila girtiyên din ên nexweş wiha neyên serfkirin. Daxwaznameyên ku ji bo girtiyên nexweş ji Wezareta Dadê re tên şandin tune tên hesibandin. Êdî hêviya mirovana a edaletê jî namîne. Wekî kekê min gelek girtiyên nexweş di girtiyan de ne. Di nav de jiyana xwe ji dest dan. Sedemê her mirinê Wezareta Edaletê û Hikûmet e.”