Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin 2020-09-19 09:07:33   STENBOL – Endama Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Stenbolê Osman Ozturk, diyar kir ku welatî nikarin xwe bixwe ji vîrûsê biparêzin û xwest ku polîtîkayên têkoşîna bi pandemiyê re careke din bên sererastkirin.   Ji ber vîrûsa koronayê di hefteyên dawîn de gelek kes jiyana xwe ji dest didin û di hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê de zêdebûneke micid heye. Ji aliyê gelek derdoran ve tê diyarkirin ku sedema zêdebûna mirî û pêketiyên vîrûsa koronayê sistbûna tevdîran e. Li gorî daneyên dawîn 7 hezar û 377 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane û 299 hezar û 810 kes pê ketine.    SEDEM ASAYÎBÛN E    Endama Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Stenbolê Osman Ozturk, asta ku vîrûsa koronayê hatiyê nirxand û diyar kir ku sedema rewşa heyî ya vîrûsa koronayê destpêkirina pêvajoya “asayîbûnê” ya meha hezîranê ye û wiha got: “Daneyên miriyan ku heta 10’an ketibûn derketine 60’an. Wezareta Tenduristiyê şertên razandina nexweşan a nexweşxaneyê guhert.  Berê kesên ku bia awayekî sivik fikarên wan hebûn jî radizandin lê niha tenê kesên rewşa wan giran radizînin. Heke şertên destpêkê pêk hatina niha kesên li nexweşxaneyan ne li nexweşxaneyan bûn. Ji ber fikarên aboriyê di bergiriyan de sistkirin çêbûn. Welatî jî li gorî vê sistkirinê tevgeriyan.”   ‘JI KONTROLÊ DERKETIYE’   Ozturk bergiriyên destpêkê bi bîr xist û da zanîn ku bandorên derûnî yên van bergiriyan hebûne û ev tişt anî ziman: “Ji ber talûkeyê qedexeya derketina derve dihat fikirîn. Lê niha tam berovajiyê vê tê fikîrin. Dewlet dibêje; berdevk, mesafe û paqijî lê biş giştî bergirî hatine sistkirin. Em niha encamên vê rewşê dijîn. Gavên niha tên avêtin kêm in û ji hêla demê dereng in. Bi qasî ku tê dîtin êdî pandemî ji kontrolê derketiye. Divê gelk tişt bên kirin. Lê tişta girîng divê plansaziyeke nû bê kirin. Bi qasî welatiyan kedkarên tenduristiyê jî bi talûkeyê re rûbirû ne. Ji ber ku xeteriya wan zêde dibe kedkarên tenduristiyê yên îstifa dikin hene. Ev jî dibe sedema xitimandina kar û xizmeta tenduristiyê.”   ‘DIVÊ GIRANÎ LI SER ŞEWBÊ BÊ DANÎN’   Di berdewamê de Ozturk, destnîşan kir ku divê di têkoşîna li dijî şewbê de careke din polîtîka bên sererastkirin û axaftina xwe wiha bi dawî bike: “Ne pêkane ku welatî xwe bixwe biparêzin. Dibe ku takekesî hin tişt bên kirin lê divê polîtîkaya vê mijarê di ber çavan re bê derbaskirin. Divê di saziyên tenduristiyê de hin sererastkirin bên kirin. Divê saetên xebatê bên kêmkirin. Bergiriyên ku hin divê takekesî hem jî divê civakî bên girtin hene. Sedema rewşa ku niha pandemî têdeye zelal ne meşandina pêvajoya pandemiyê ye. Mixabin dane gelek kêm tên parvekirin. Lê diviya ku ev tablo hê zelaltir bihata parvekirin.”    MA / Kadîr Guney