Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike 2020-09-19 09:11:11   ÊLIH – Dîcle Anter, di 28’emîn salvegera qetilkirina bavê xwe (Apê Mûsa) de bavê xwe vegot û ev tişt got: “Weke di nivîsên wî de jiyana wî jixwe mînak bû. Îro pir tiş hene ku herkes dikare ji vê jiyana hîn bike.”   Di ser qetilkirina ronakbir, rojnameger û nivîskarê kurd Apê Mûsa ku di 20’ê îlona 1992’an de ji bo beşdarbûna mihrîcana çand û hunerê hatibû Amedê û ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû kuştin de 28 sal derbas bûn. Li gel ku kujerên wî tên zanîn jî doza ku derbarê kuştina wî de hatiye vekirin, bi “polîtîkaya bêcezahiştinê” tê berdewamkirin.      Apê Mûsa 11 sal û nîvên xwe li girtîgehan derbas kir û di tevahî jiyana xwe de li dijî polîtîkayên zext û tunehesibandinê yên li hemberî ziman, çand û gelê xwe têkoşiya. Apê Mûsa, di kovarên mîna Deng, Bariş Dunyasi, Yonê de û di rojnameyên mîna Dîcle-Firat, Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Rewşen û Tewloyê de nivîs nivîsandin û ferhenga Kurdî-Tirkî û 7 pirtûk nivîsandin.    ‘PÊNÛSA WÎ ÇAWA BÛ JIYANA WÎ JÎ WISA BÛ’   Kurê Anter Dîcle Anter, bavê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vevot. Dîcle Anter, diyar kir ku bavê wî bav, ap û hevalê herkesî bûye û wiha got: “Ji ber vê dema îro qala wî bikim ez ê bibêjim bavê min. Lewre li pirî cihan ez jî weke Apê Mûsa vedibêjim. Pênûsa wî çawa bû di jiyana rojane de jî wisa bû. Ez bi bavê xwe re zêde nemam. Dema bavê min hat kuştin ez 42 salî bûm. Bavê me, me bi awayekî azad mezin kir. Tu carî ji me re negot wî bikin vî bikin. Weke di nivîsên wî de jiyana wî jixwe mînak bû. Îro pir tiş hene ku herkes dikare ji vê jiyana hîn bike.”   DI BALAFIRÊ DE BELEFÎ BI PIRTIKA ÇÛKAN, PIŞTRE GIRTÎGEH   Anter, da zanîn ku li gel tirsa wî ya ji balafirê jî dema ku bavê wî girtin neçar dimîne ku li balafirê siwar bibe û wiha qala vê rêwîtiya bavê xwe kir: “Bavê min ji dozekê tê darizandin. Ne şaş bim doza 49’an e. Belê ev çîrokeke. Destpêkê polis dixwazin destê wî bikin kelemçê. Bavê min qebûl nake. Polis, bi şertê ku bi kesî re neaxive destê wî kelemçe nakin. Di balafirê de hostes dema kontrolkirina bilêtan bilêtê jê dipirsin, bavê min polisan nîşan dide û dibêje bi yawerê min re ye. Piştî vê gotinê belefî bi pirtika çukan jî didin bavê min. Belê ev îkram tenê di balafirê de tê kirin, piştre girtîgeh e.    ‘BI BÎR ANÎN Û YAD KIRIN BI NIRX E’    Anter, dubera vegotina bavê xwe bi van gotinan “Bi bîr anîn û yad kirin bi nirx e” pênase kir û wiha pêde çû: “Bavê min çawa tê bîra min, dixwazim wî wisa vebêjim. Bi navê Kejê kûçikek bavê min hebû. Wî wisa perwerde kiribû, diçû bayî ji bavê min re rojnameyê dianî. Belê êdî bayî jî meselê zanibû. Ji vê rewşê re ev tişt digot, ‘Me tiştek hînê kûçikên çar pê kir lê me tiştek hînê yên du pê nekir’. Dema ku li Stenbolê dijî bavê min diçe bazarê. Belê ji ber ku barê wî giran bûye nîvê bar ew û nîvê bar jî hemal tîne malê. Ez jî wê demê zarok im. Dema tên malê ji ber ku westiyaye bavê min hemal vedixwîne malê, xwarin didê û pêre sohbet dike. Ev sohbet jî bi hevalkî tê kirin. Ez jî difikirim ku bavê min çima vî hemalî naşîne. Bavê min bajarê wî jê dipirse. Ne şaşbim gundekî Serhedê vedibêje. Bavê min jî ji ber ku wan deran nas dike li ser wir diaxivin û camir diçe. Min destpêkê fêm nekiribû lê piştî ku emrê min pêş de çû min baş fêm kir. Heke kurd di nav xwe de tiştên xwe li hev par bikin û destpêkê ji jiyana xwe dest pê bikin wê demê rojên xweş nêz in. Zanebûna neteweyî ya pêre timik xwe nîşan dida. Vê kêliya wî ya kurt jî wisa.”   PÊŞNIYARA DIBISTANA ROJNAMEGERIYÊ   Di berdewamê de Anter û got ku mîrateya herî mezin a bavê wî pênûsa wî ya ku qet banedaye û ev tişt lê vegotinên xwe zêde kir: “Her hevokên berhemên ku ji pênûsa wî derketine mîrate ne. Di pirtûka xwe de ji ber ku bi kurdî nanivisîne lêborîn dixwaze, lê sedemên vê jî tîne ziman. Ji ber vê yekê mîrateya wî îro bi cih tê û berhemên wî bi kurdî tên çapkirin. Di van rojan de jî wê wergerên zaravaya soranî. Hewldanên ku mîrateya wî bi vî rengî bê jiyîn hene. Ev hem ji bo jiyan hem ji bo rojnamegeriyê wî hem jî ji bo feraseta rojnamegeriya wî ye. Weke pêşniyar dikare dibistanên rojnamegeriyê yên Apê Mûsa bên vekirin.”   ‘ROJNAMEGERIYA DILÊ TE DI DESTÊ TE DE YE’   Anter, qala rojnamegeriya salên 1990’î de dihat kirin jî kir û bi van gotinan bal kişand ser rojnamegeriya ku van salan: “Rojname tevahiyek e. Ji belavkarê wê bigire heta nûçegîhanê wê herkese ku di mitbexa kar de di bin zexteke mezin de bû. Ji Cengîz Altûn heta Ferhat Tepe çapameniya kurd bedêlên mezin da. Divê em îro li gorî van bedêlan tevbigerin. Hebûna rojnamegerên ku xwedî li vê mîrateyê dertên û di tarîtiya îro de bi israr berdewamkirina feraseta vê rojnamegeriyê girîng e. Tişta girîng jî ev e. Rojnamegeriya dilê te di destê te de ye hat kirin û tê kirin. Apê Mûsa netirsiya û nêrîna xwe bi pênûsa xwe nivîsand. Ew kurd bû, jiyan û fikra xwe kurdî domand. Di her fersendê de anî ziman ku ev ne sûc e. Bersiv kesên ku weke sûc didîtin jî di jiyana xwe de da; Heke kurdî sûc be, wê demê kesê kum in welidandiye bidarizînin.”   ‘KUJERÊN BAVÊ MIN TÊN ZANÎN’   Herî dawî Anter, got ku rastiya cînayeta bavê wî hê nehatiye ronîkirin û ev tişt anî ziman: “Her çiqas bê gotin ku faîl nayê zanîn jî weke bi hezaran kesên ku wê demê hatin kuştin kujerê bavê min jî tên zanîn. Di rastiyê lixwemikûrhatina endamên JÎTEM’ê yên derbarê bûyerê de hene. Heke em bixwazin tariyên heyî ronî bikin, doza Mûsa Anter yek ji wan dozane ku divê di serî de bê ronîkirin. Heke doza Mûsa Anter bê ronîkirin, wê dozên hemû rojnamegerên hatine qetilkirin wê bê ronîkirin, heke nebe wê ev tarîtî bidome.”   MA / Metîn Yoksû