Li ser bertekan remza ‘sosret’ rakirin 2020-09-19 10:20:21   MÊRDÎN – Remza şaredariyê ya 3 rehend a bi hêvî û stêrk ku bi 2 milyon û 158 hezat TL’an ji aliyê qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman ve li navenda bajar hatibû çêkandin û di nav gel de weke “sosret” dihat binavkirin, ji aliyê qeyûmê nû yê şaredariyê ve hat rakirin.    Remza şaredariyê ya 3 rehend a bi hêvî û stêrk ku bi 2 milyon û 158 hezat TL’an ji aliyê qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman ve li navenda bajar hatibû çêkandin, hat rakirin. Remz di sala 2018’an de li çerxerêya Qoserê  hatibû çêkandin û di nav gel de weke “sosret” dihat binavkirin. Duh di saetên şevê de ji aliyê qeyûmê nû yê şaredariyê ve hat rakirin.    Hat hînbûn ku qeyûmê nû biryara guherandina remza şaredariyê jî daye.