Wezîrê Edaletê: Wê hevdîtin bi dîmen ên girtiyan dest pê bikin 2020-09-19 13:02:59   ENQERE – Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, di weşana televîzyonekê de pirsan bersivand û diyar kir ku wê hevdîtin bi dîmen ên girtiyan dest pê bikin. Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, beşdarî weşana televîzyonekê bû pirsên derbarê rojeva darazê de bersivand. Destpêkê Gul, derbarê danişînên dîjiîtal de axivî û diyar kir ku pêkanîna danişînên dijîtal ku li Enqere dest pê kirine dê berbelav bikin û li Stenbol û bajarên din jî bidine destpêkirin.    HEVDÎTINA BI DÎMEN   Piştre Gul, derbarê pêkanîna hevdîtin bi dîmen ên gitiyan de axivî û da zanîn ku weke pîlot li girtîgehan jî dest bi hevdîtinên bi dîmen bikin û destpêkê li Stenbol û Enqereyê pêkanînên bikin meriyetê. Gul, angaşt kir ku ji bo vîrûsa koronayê li girtîgehan ber cûre tevdîr girtine û amûrên paqijiyê belaş li girtiyan belav dikin.    PIRSGIRÊKA NEFEQÊ   Mijareke din ku Gul bale kişand serê pirsgirêka nefaqeyê ye. Gul vê derbarê de got ku ew difikirin ku nefeqe heta demekê bê dayîn   CEZAYÊ DARVEKIRINÊ   Derabrê cezayê darvekirinê de jî Gul, ev tişt anîn ziman: “Vê derbarê de divê lihevkirin hebe. Kesên wehşetê dikin cezayê herî giran heq dikin. Divê bi Destûra Bingehîn be. Divê li meclisê di hêla hejmarê de lihevkirin hebe. Em ê hemû lê bênirên ka lihevkirin heye ya na?”