Qeyûm rêyên Geverê beton dike! 2020-09-20 09:02:41   COLEMÊRG - Qeyûmê Şaredariya Geverê, ji dêvla rêyan asfalt bike, beton dike. Hevşaredar Îrfan Sari ku ji peywirê hat girtin got: "Li cîhanê hema bibêje li nav taxan jî rê nayên betonkirin, lê belê li Geverê rêyên bi beton hatin çêkirin."    Qeyûmê Şaredariya Gever a Colemêrgê rêya ku havînan ji toz û zivistanan jî ji herî xalî nabe beton kir. Hevşaredar Îrfan Sari ku ji peywirê hatiye girtin got: "Li cîhanê hema bibêje li nav taxan jî rê nayên betonkirin, lê belê li Geverê rêyên bi beton hatin çêkirin."    ‘TENÊ RÊYÊN QEREQOLAN HATIN ÇÊKIRIN'    Sari, diyar kir ku îhaleya hatibû betalkirin cardin hatiiye kirin, lê belê vê carê 7 milyonê wê kêmtir bûye. Sari, anî ziman ku piştî qeyûmê ewil der barê taxên hatibûn rûxandin de projeyek çêkiribûn, lê belê proje pêk nehatiye. Sari, bilêv kir ku qeyûmê ewil ji bo 65 kîlometrekareyî îhaleyek çêkiribû û ji vê îhaleyê 23 kîlomtere jê rêya qereqolan bûye. Sari, destnîşan kir ku gava di sala 2019'an de hatine ser kar hewl dane rêya mayî çêbikin, lê belê bêyî ku çêbikin cardin qeyûm hatiye tayinkirin û projeya wan hatiye sabotekirin.    RÊYAN BETON DIKIN    Sari, da zanîn ku piştî qeyûm tayinî şûna wan hatiye kirin, qeyûmê nû îhale betal kiriye û 32 kîlometrekare rê daye ber îhaleyê û got: "Ji bo çêkirina van rêyan 20 TL lazim bû. Lê belê îhaleya dawî bi 13 milyonan hatiye kirin. Lê piştî îhaleyê em pê hesiyan ku ji dêvla ku rêyan asfalt bikin, beton dikin. Li cîhanê hema bibêje li nav taxan jî rê nayên betonkirin, lê belê li Geverê rêyên bi beton hatin çêkirin. Tu dibê wey ev der wekî herêmeke pîlot hatiye hilbijartin. Rê hatine tengkirin. Peyarine li dijî îmarê hatine çêkrin. Bi vê aşkere ye ku wê li navçeyê tiştekî baş neyê kirin. Rêyên betonî yên heta niha hatine çêkirin ji niha ve xera bûne. Li navçeya me zivistanan pileya sermayê di biniya sifirê de digihê 40'î. betona hatiye rijandin wê li ber vê sermayê niakribe xw eragire. A rast tişta hatiye kirin ne ji bo pêşeroja civakê ye, ji bo muteahîdan hatiye kirin."    MA / Hamza Gunduz