Rêxistinên rojnamegeran: MA'yê berxwedanekê mezin a rojnamegertiyê derxist holê 2020-09-20 09:35:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên rojnamegeran ên 3'yemîn salvegera avakirina ajansa me pîroz kirin, dan zanîn ku Ajansa Mezopotamya ligel hemû zext, binçavkirin û girtinan jî, berxwedanekê mezin a rojnamegertiyê derxist holê û hiqîqet ji civakê re ragihand. Sendîkaya Xebatkarên Çapxan Weşan Çapemenî ya Tirkiyeyê (Basin Îş) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jinan a Mezopotamya (MKGP), derbarê 3'yemîn salvegera avakirina ajansa me de peyamên pîrozkirinê weşandin.     BASIN ÎŞ: BERXWEDANA ROJNAMEGERTIYÊ    Serokê Giştî yê Basin Îşê Farûk Eren, 3'yemîn salvegera damezrandina Ajansa Mezopotamyayê (MA) pîroz kir û peyama xwe parve kir. Eren, bal kişand ser zext û zoriyên li ser Çapemeniya Azad û got: "Kesên rêveberiya wan li ser asasên zext û zoriyan, ji bo pêşî li ber îtirazên civakê bigirin tenê dixwazin gotinên wan bên bihîstin. Dizanin gava ên heqîqetê vedibêjin bên tepisandin, wê karibin civakê jî bitepisînin. Li cografyaya me ev awayê zext û zoriyî bi salan e didome."    BERXWEDANA ROJNAMEVANIYÊ    Eren, diyar kir ku ne yên gotinên îqtidarê radigihînin, ên rastiyan radigihînin bedêlên giran didin û got: "Me gelek hevalên xwe bi sûîqastên alçax winda kirin. Avahiyên rojnameyan hatin bombebarankirin, hatin talankirin. Niha jî armanc mezintir e. Dixwazin rojnamevaniyê bikujin. Lê nikarin bi ser bikevin û wê bi ser nekevin jî. Ajansa Mezopotamyayê ligel hemû zext û zoriyan jî di warê rojnamevaniyê de berxwedaneke mezin datîne û heqîqetê radigihîne civakê. Ji ber ku tiştên li vê axê diqewmin û îqtidar wan tune dihesibîne radigihîne me, salên dûr û dirêj ji bo MA'yê dixwazim. Em baş dizanin ku bê xebatkarên MA'yê di şert û mercên çawa de dixebitin, lewma careke din piştevaniya xwe ya ji bo MA'yê bilêv dikim. Çapemeniya Azad nayê astengkirin, rojnamevanî ne sûc e."    DFG: BU DENGÊ CIVAKÊ   Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) jî di peyama weşand de wiha got: "Salvegera Ajansa Mezopotamyayê ku dengê heqîqet û civakê ye pîroz be. Ajansa Mezopotamya ya ku hêz û fikra xwe ji kevneşopiya çapemeniya Azad digire û di şertên OHAL'ê de dest bi weşanê kir, li gel hemû şertên awarte 3 sal li pey xwe hişt. Hewl da rastî di tariyê de nemînin. Ajansa ku di salvegera qetilkirina pêşeng û rewşenbirê Kurd Musa Anter de hat avakirin, bêyî astengî, sansur, qedexeyan nas bike, hewl da li ser xeta Apê Mûsa hemû rastiyan ronî bike. Hewl da bibe dengê civakê û pênûsa Apê Mûsa şên û geş bike. Di şert û pêvajoya ku îqtîdar dixwaze yek dengî û yek rengiyê ava bike û hêza muxalîf bêdeng bike de rol û hebûna Ajansa Mezopotamya gelek watedar û pîroz e. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê bi hevî û baweriya ku rastî di tariyê de nemînin û heqîqet ronî bibe 3'yemîn salvegera Mezopotamyayê pîroz dikin û temenekî dirêj û bê astengî ji were dixwazin. Em di kar û xebatên we de serkeftinê dixazin."     MKGP: LI SER RÊYA HIQÎQETÊ    Platforma Rojnamegerên Jinan a Mezopotamya (MKGP) jî, di peyama xwe ya ji ajansa me re şandin de wiha got: "Li dijî medyaya ku di roja me ya îro de têgîn û agahiyên qirêj belav dike, Ajansa Mezopotamya, dengê gelan gihand bi mîlyonan  kesan. Em 3'yemîn salvegera avakirina Ajansa Mezopotamya pîroz dikin. Ajansa MA ku mîrateya Çapemeniya Azad ya ji Apê Mûsa û Gurbettelî Ersoz bi layîqî dewir girt, di warê rojnamegertiya jinê de jî, pêgavên girîng avêtiye. Hûnbûn dengê jinan ên nayin bihîstin û keda wê ya nayê dîtin. Di ronahiya heqîqetê de, gelek salan bibînin, hûn her bijîn."