Doza 10’ê Cotmehê: Hiqûq her tim bikêrî DAIŞ’ê hat 2020-09-20 10:41:36   ENQERE – Yek ji parêzerên doza 10’ê Cotmehê Komkujiya Gara Enqerê Îlke Işik, diyar kir ku têkildarî komkujiyê heya roja îro lêpirsîneke aktîf nehatiye bi rêve birin û got: “Her tim hiqûq bikêrî DAIŞ’ê hat. Ger ev zilam wê demê nehatiban berdan, wê ev komkujî pêk nehatiba.”   6’emîn danişîna doza derbarê bersûcên firar Îlhamî Bali, Savaş Yildiz, Edremît Ture, Denîz Buyukçelebî, Yakûp Selagzi, Kasim Dere, Nusret Yilmaz, Mustafa Delîbaşlar, Walentîna Slobodjanjuk, Muhammet Zana Alkan, Omer Denîz Dundar, Cebraîl Kaya, Ahmet Guneş, Kenan Kutval, Bayram Yildiz, Hasan Huseyîn Ugûr ku piştî çalakiya xwekujî ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqerê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat kirin de hatibû vekirin, wê sibê li 4’emîn Dadgeha Ceyazê Giran a Enqerê bê dîtin.    Yek ji parêzerên dozê Îlke Işik berê danişînê axivî û wiha got: “Heya mehekê din wê komkujî bikeve sala xwe ya 5’emîn. Ligel ku 5 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî, hîna jî sandelyeyên bersûcan viqî valene.    JI SALA 2018’AN VE SANDELYEYÊN BERSÛCAN VALEN E   Işik, diyar kir ku ew ê di danişînê de, behsa bilançoya darizandina derbasbûyî bikin û wiha axivî: “Cara yekemîn, di danişîna derbasbûyî de, agahiya derbarê 3 berûsên firar ên di kîjan kampan de ne hat dayîn. Di dozê de, li ser istara parêzeran hin belge û agahî hatin bindest xistin. Niha tê zanîn ku Îlhamî Bali, Mûstafa Delîbaşlar û Cebraîl Kaya di kîjan kampan de ne. Ji bo vê hin daxwazên me çêbûn. Lê dadgehê hema bêje hemû daxwazên me red kirin. Bultena wan a sor heye. Yanî ji sala 2018’an ve sandelyeyên bersûcan viqî vale ne.” Işik, dest nîşan kir ku belgeyên ku 5 salin ji bo dosyayê nayin şandin hene û wiha bilêv kir: “Belgeyên guhdarkirina Îlhamî Balî hene. Ligel  ku ev belgeh hatin xwestin jî, lê bi israr ji dadgehê nayin şandin. Dîsa dadgehê ji Desteya Lêkolîna Sûcên Malî rapora karên aboriyê yên bersûcên firar xwet. Ev rapor jî ev salek û nîve nayê şandin.”      ‘GER DARIZANDIN WISAN DEWAM BIKE WÊ EDALET PÊK NEYÊ”   Işik, pirsa “Gelo hûn çima naşînin, bi vê neşandinê hûn çi diveşêrin” kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di pêvajoyekê ku dîsa kar kêm tê kirin û bersûc nayin darizandin de ne. Ev bûyer, komkujiyeke herî mezin a li welate, lê di rewşekê pir xirab de, tê lêpirsin û darizandin. Emê di 5’emîn salvegera komkujiyê de van hemûyan dubare bikin. Ger hûn wisan bikin wê ji vê derê edalet dernekeve holê. Gelo çima bersûcên firara nayin dîtin. Divê daraz hemû berpirsiyaran bibîne û wan bi awayekê adîlane bi darizîne.”   MA / Berîvan Altan