El Mihbaş: Rapor têrê nake, divê hesap bê pirsîn 2020-09-20 11:01:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîd Hamîd El Mihbaş, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) a ku rapora derbarê sûcên şer ên li Sûriyeyê pêk hatin de weşand kir û got: "Raporê têrê nake, divê ji berpirsan hesab bê pirsîn."   Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîd Hamîl El Mihbaş, têkildarî rapora sûcên şer ên li Sûriyeyê pêk hat a ji aliyê Komîteya Lêpirsînin Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a di rojên derbasbûyî hat weşand de, ji Ajansa Nûçeyan Hawar (ANHA) axivî.   El-Mehbaş destnîşan kir ku di raporê de gelek cureyên sûcên hatine pêkanîn diyar bûn û got: "Di raporê de behsa sûcên kuştinê û di nav de kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef, çalakiyên dizî û talankirina milkên sivîlan ji aliyê wan çeteyan ve, qewitandina sivîlan û desteserkirina malên wan, hat kirin.Her wiha sûcên revandina li hember fedyeyê, sûcên dizîna cihên olî, îmhakirina nasnameya çandî ya pêkhateyên wan herêman, dizîna şûnwaran, tecawickirin, êşkenceya li girtîgehan, neçarkirina şêniyan ku bawerî û olên xwe biguherin wekî Êzidiyan, hatin bibîrxistin."   'HAYA TIRKIYEYÊ JI VAN SÛCAN HEYE'   El-Mehbaş piştrast kir ku ev sûcên navneteweyî ne û berpirsên wê çeteyên "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" û efser û fermandarên mezin ên artêşa Tirk in û wiha got: "Haya artêşa Tirk ji van sûcan heye û bi koordîna pê re tên kirin.  Ev sûcekî navneteweyî ye û li hemberî civaka navneteweyî Tirkiyê ji van sûcan berpirsiyar e. Divê hemû rêxistinên hiqûqî û yên jinan gilînameyan rêkin û erkên xwe pêk bînin. Divê şêniyên qurbaniyan jî gilînameyan pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin da ku mafê xwe bi dest bixin û hesabê ji sûcdaran bixwazin."   El-Mehbaş rapor Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî wiha bi nav kir: "Rapor ne bes e. Rapora komîteyê tenê hin binpêkirin bi bîr xistine. Em spasiya komîteyê dikin. lê belê ev yek ne bes e. Ji ber ku tenê parçeyekî binpêkirin û sûcên li dijî gelê me bi bîr dixe. Rapor tenê têrê nake, divê hesap ji berpirsan bê pirsîn."   'BINPÊ KIRIN PIR ZÊDENE   Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser bêdengiya civaka navneteweyî û helwestên wê li hemberî wan binpêkirinan rexne kir. Her wiha mixabiniya xwe li hemberî wê bêdengiyê nîşan da û piştrast kir ku civaka navneteweyî li hemberî binpêkirina mafên mirovan li wan herêman, kêmasiyê dike.   El-Mehbaş tekez kir ku berpirsiyariyeke exlaqî û qanûnî dikeve ser milê civaka navneteweyî û divê helwesta xwe ya neyinî biguhere.   BAJARÊN DAGIRKIRÎ   Ebid El-Hamid El-Mehbaş di dawiya axaftina xwe de got: "Divê NY`yî wekî rêxistineke navneteweyî li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî sûcên artêşa Tirk li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê, Bab, Idlib, Cerablus û Ezazê pêk tîne, bi erkên xwe rabe."