Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-09-20 12:13:51 RIHA - Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, di salvegera wefata xwe ya 2'yemîn de, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê di 20’ê Îlona 2018’an de, li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, di salvegera wefata xwe ya 2'yemîn de li ser gora xwe ya li Goristina Nato ya Sîwerêgê ji aliyê rêheval û heskiriyên xwe ve hat bibîranîn. Malbata Ayhan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahmût Tûrgrûl, Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Feleknas Ûca, Nusrettîn Maçîn û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê bûn.    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, li ser gora Ayhan axivî û got: "Rêheval Îbrahîm, ji rêwîtiya xwe ya demokrasiyê, azadî û aştiyê qet dûr neket. Her tim ev rêwîtiya xwe dewam kir. Herî dawî ji ber şerê qirêj û faşîzmê sîrgun kir. Wî jî mîna bi sedan hevalên xwe, ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest da. Em li vê derê carek din dibêjin, emê têkoşîna wî dewam bikin."   Piştî axaftina Aydenîz, girseyê qerenfîl danî ser gora Ayhan. Piştî bîranînê, kesên beşdarî bîranînê bûn, çûn serdana malbata Îbrahîm Ayhan.