Li Mêrdînê daxuyaniya ‘Em xwe diparêzin’ 2020-09-20 13:53:35   MÊRDÎN - Li Mêrdînê, jinên di çarçoveya kampanyeya “Em xwe diparêzin” a TJA’yê de li hev kom bûn, peyma “Em ê li hemberî zilmê serî netewînin” dan.    Li Mêrdînê, starta kampanyeya “Em xwe diparêzin” ya ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, hat dayîn. Jinên ku li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li hev kom bûn, têkildarî kampanyayê daxuyanî dan çapemeniyê. Berdevka HDP û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay, parlamenter Pero Dundar û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Em xwe diparêzin”, “Tecawîz sûce” û “Cînayetên jinan polîtîkin” hatin vekirin.    ‘EMÊ LI DIJÎ ZILMÊ SERÎ NE TEWÎN IN’’   Aktîvîsa TJA’yê Eylem Amak di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Kuştina jinan û êrîşên zayendî, di demên dawîn de li herêmê pir zêde bûne. Lê me li dijî van hemû êrîşan paşve gav neavêt. Çi dibe bila bibe emê xwe radestî zîhniyeta serdest a pergala mêr nekin. Em ê li dijî êrîşên li ser jinan têkoşîna xwe ya hepar berdewam bikin. Em heta dawî Peymana Stenbolê diparêzin û em dibêjin ku em ê lidijî her cure tundiya li ser jin û zarokan li qadan bin. Em xwe li dijî zîhniyeta mêrê serdest ku bi desthilatdariya AKP- MHP'ê û hevkarên wê tê misogerkirin bi îdeolojiya azadiya jinê biparêzin. Em ê weke jinên kurd, suryanî, ermenî, keldanî û êzidî têkoşîna xwe ya li dijî hemû paşveroyan dewam bikin. Emê tu carî li dijî zilmê serî netewînin û emê ji bo jiyanek azad û wekhev berxwedana xwe dewam bikin.”   Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Em xwe diparêzin” bi dawî bû.