‘Çalakiya girtiyan rexneya ji bo yên li derve ye’ 2020-09-21 09:01:40   WAN – Endama TÛHAT-DER’ê parêzer Seda Aydin diyar kir ku daxwazên girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine daxwazên mafdar in û GOT: “Ev çalakî rexneya ji bo yên li derve ye. Pêwîste mualîf û rêxistinên civakî deng bidin dengê girtiyan.”    Çalakiya grêva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ya li dijî sepanên di serdema OHAL’ê de ketine dewrê ji 14’ê îlonê ve didome. Çalakî dorveger wê 10 rojan bidome. Girtî daxwaz dikin ku mafê wan hatine desteserkirin li wan vegerînin û seanên dij mirovane bi dawî bibin.    ‘SEPANÊN DIJ RÛMETA MIROVAN XISTINE DEWRÊ’    Endama Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê parêzer Sevda Aydin têkildarî mijarê got li gel ku girtiyan bi dehan caran daxwazên xwe ji îdareya girtîgehê re ragihandin jî lê bêencam maye û wan jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Aydin da zanîn ku daxwazên girtiyan hiqûqî û mafdar in û îqtîdar dixwaze girtiyan bi van sepanên li ser wan tên ferzkirin bitirsîne. Aydin anî ziman ku polîtîkayan zextan ewilî li girtîgehan dest pê kiriye û ji ber fikra girtiyan ev zext li wan tên kirin. Aydin got: “Bi binçavkirin, girtin, zextan û êşkenceyan û destwerdana ser mafê wan tolê ji girtiyan hiltînin. Ev qedexe û desteserkirin li dijî rûmeta mirovahiyê ye.”    ‘BI ÇALAKIYA XWE YÊN DERVE REXNE DIKIN’    Aydin da zanîn ku pêwîste muxalîfên li welat li hember greva daxwaza mafdar a girtiyan wek rexneyan li ser xwe qebûl bikin û got: “Heke ew ketibin greva birçîbûnê nexwê ev xuya dike ku yên li derve ji bo mafê wan zêde tênekoşiya ne. Greva birçîbûnê ya girtiyan rexneya ji bo yên li derve ne. Divê muxalîf û rêxistinên civaka sivîl deng bidin dengê girtiyan û xwedî li daxwazên wan derkevin.”