Êşkence li wan hat kirin û pereyê wan jî hatiye dizîn 2020-09-21 09:02:17   MÊRDÎN – Malbatek ji Sûriyê dema xwest di sînorê navbera Serêkaniya Rojava û Serêkaniya Bakûr de derbas bibe hatin girtin û wan birin qereqolê û bi êşkenceyê re rûbirû man. Malbatê bi hêceta dest danîne ser pereyê wan û êşkence li wan hatiye kirin giliyê leşkeran kirin.      Malbatek ji Sûriyê ku xwestin bi penaberî di sînorê Serêkaniya binxetê de derbasî Serêkaniya serxetê bibin, ji aliyê leşkeran ve hatin girtin. Malbatê birin qereqolê û bi êşkenceyê re rûbirû man. Malbatê bi hêceta êşkence li wan hatiye kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan û giliyê leşkeran kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Ahmet El Hasan û hevjîna xwe Marî Hacî û bi 5 zarokên xwe re di 9’ê tebaxê de şev xwestine li sînor bixin û derbasî aliyê Serêkaniya Rihayê bibin. Lê leşkerên li ser sînor wan girtin û 3 saet li ser sînor sekinandin. Leşkeran kêliyek bi gopalê Ahme El Hasan li ferdên malbatê dan.    LI QEREQOLÊ ÊŞKENCE Û DIZΠ   Leşkeran saet li 03.00’yê şevê ferdên malbatê birin qereqolek li sînorê navçeya Qosera Mêrdînê û wan daxistin jêrzemînê. Êşkence ango lêdana li ser ferdên malbatê di vê jêrzemînê de demek berdewam kir. Leşkeran zarokên keçik tazî kirin û cilên dayika wan Marî Hacî bi amûrek birînê qetandin û jê kirin. Leşkeran dest danî ser 16 hezar dolarê ku Marî Hacî di bincilkên xwe de veşartibû. Êşkencê kêliyek din jî li ser ferdên malbatê dom kir û pişt re wan birin danîn ser sînorê binxetê.    GILIYÊ LEŞKERAN KIRINE    Malbat di 19’ê tebaxê de dîsa derbasî aliyê serxetê bûnû vê carê hatin Mêrdînê. Malbatê Kartên Nasnameya Parastina Derbas dan ferdên malbatê. Ferdên malbatê têkildarî êşkenceya li wan hatiye kirin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Mêrdînê û Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê dan û piştevaniya hiqûqî ji wan xwestin. Malbatê piştî serlêdana van saziyan serî li Serdozgeriya Mêrdînê da û giliyê êşkencekaran kir.    MARÎ HACÎ TIŞTÊN QEWIMÎNE VEGOT    Marî Hacî têkildarî êşkenceya li wan hatiye kirin ji ajansa Mezopotamya re vegot. Hacî diyar kir ku beriya 9’ê tebaxê wan bi qasî 40 malbatan xwestiye sînor derbas bikin lê wan der sînor hatine kirin. Hacî diyar kir ku dema ew cara ewil hatine tengasî nekişandine û di 9’ê tebaxê de dema hatine girtin leşkerek destdirêjî wan dike. Hacî anî ziman ku piştî ew li Serêkaniyê tên girtin wan dibin qereqolek girêdayî Qoserê û got: “Me birin qereqolek aliyê Qoserê. Min li vir got ‘tu zilamî nikarî li ser min lêgerînê pêk bînî.’ Bi darê zorêm in tazî kirin û bincilkên min bi kêrê birîn û derxistin. Pere ji min de ket û danîn ser maseyê. Vê carê li min da. Hevjînê min li dij derket, vê carê li hevjînên min dan. Li ber çavên zarokên me dikirin. Penaberên ji Sûriyê tên her roj di nava vê rewşê de ne.”    ‘BI BOTAN PEHÎNAN LI ME DAN’    Hacî da zanîn ku leşkeran bi botên xwe pehînan li wê û zarokên wê dane û wiha got: “Sînga min û hin cihên laşê min diêşin. Psîolojiya zarokên min li nava hev ket. Dema em ji Sûriyê derketin me mal û milkê xwe hemû firot. Me pereyê xwe li cem xwe anî. Dest danîn ser pereyê me. Baroya Mêrdînê û ÎHD xwedî li me derketin. Em dixwazin ser bûyerê ronî bikin. Em dixwazin bila berpirsiyar werin cezakirin.”    ÎHD: EM Ê MIJARÊ BIŞOPÎNIN    Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê parêzer Fevzî Adsiz jî têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku bûyerên bi vî rengî li ser xeta sînorê binxetê û serxetê zêde bûne û serlêdanên ji bo wan jî zêde bûne. Adsiz destnîşan kir ku li gorî malbat ji wan re qal kiriye bi êşkenceyek cidî re rûbirû mane. Adsiz di ji ber zêdebûna van bûyeran girtina leşker û fermandên wan ên li ser sînor qaçaxiya mirovn dikirin hatine girtin bi bîr xist. Adsiz anî got ji bo fêmkirina rehendên tiştên qewimîne fêm bikin pêwîste lêpirsîn bi dawî bibe û ew ê li gel Baroya Mêrdînê bûyerê bişopînin.    MA / Ahmet Kanbal