Di 18 salî de bi 18 guleyan kuştin 2020-09-21 10:12:01   ÎZMÎR - Biraziya Duzgun Yildiz ê li Navçeya Dortloya Hatayê di sala 1980’an de bi 18 gulan hat kuştin, Gamze Yentur, ji bo faîl diyar bike û kujer bê darizandin piştî 40 salan çû serî li Şaxa ÎHD'ê da û got "Di 18 saliya xwe de bi 18 guleyan kuştin."    Duzgun Yildiz ê 18 salî di 20'ê Çileya sala 1980'yî de li Navçeya Dortyolê ya Hatayê dema Komeleya Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDGD) vekir, 2 kesên bi rûpoş li ser wî gule reşandibûn û bi 18 guleyan kuştibûn. Piştî otopsiyê cenazeyê Yildiz, teslîmî birayê wî Haydar Yildiz kiribûn. Malbatê cenazeyê Yildiz li Dersimê spartibûn axê. Wê demê gelek xizmên Yildiz jî bi destê kesên nediyar hatin kuştin. Wê demê dozger Hanifi Tiryakî rapora otopsiyê amade kir û piştî bûyerê lêpirsîn nekir. Malbata Yildiz wê demê ji ber zextên dewletê serlêdana sûc nekir. Piştî 40 salan malbatê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dan. Xwarziya Duzgun Yildiz Gamze Yentur, têkildarî serlêdanê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re xaxivî.    DI 18 SALIYA XWE DE BI 18 GULEYAN KUŞTIN   Yentur, anî ziman ku xalê wê Yildiz dema li Lîseya Dersimê xwendekar bû polîsan ew binçav kiribûn û wiha got: "Piştî bûyerê Xalê min çû li Navçeya Dortyolê ya Hatayê bi cih bû. Xalê min ji ber li Hatayê hem Kurd hem Elewî û çepgir bû her tim bi zextan re rû bi rû ma. Xalê min ji Partiya Komînîst a Şoreşgerên Tirkiyeyê (TDKP) hez dikir. Dema xalê min xetil kirin şerê çep û rastgiran zêd bû. Xalê min di dema darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê de di 20'ê Çile de qetil kirin. Di 18 saliya xwe de bi 18 guleyan qetil kirin. Me bi xêra rapor û otopsiyên wê demê serî li Şaxa ÎHD'ê da."  Yentur, anî ziman ku di salên 80’î de gelek kes kuştin û kujerên wan ronî nekirin û wiha lê zêde kir." Di wê demê de temenê Erdal Eren mezin kirin û darve kirin. Xalê min bi guleyan kuştin. Tiştên di salên 80’î di pêk hatin niha bi şiklekî din didome. 40 sal borî bin jî divê kujer bê ronîkirin û darizandin. Divê mirov nebêje tiştek ji dosyayê dernayê. Divê mirov her tim bi şopa wê keve û hesab bipirse."