Piştguhkirina daxwaznameyên berdanê bû sedema mirina wî 2020-09-21 11:02:49 MÛŞ – Derket holê ku Takiyettîn Ozkahraman ê 75 salî ku li Girtîgeha Panosê jiyana xwe ji dest da tevî ku ji bo berdanê serî li Wezareta Dadê daye jî lê serlêdan hatiye piştguhkirin.    Takiyettîn Ozkahraman (75) ê ji mamostetiyê teqewît bûye li navçeya Melazgirê ya Mûşê 3 sal berê tê girtin. Ozkahraman di 18’ê îlonê de li Girtîgeha Panosê ya lê dihat ragirtin nexweş dikeve û wî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê û li nexweşxaneyê ji ber hilmijê û têrnekirina piş jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozkahraman li Melazgirê di dorpêça polîsan de hatibû veşartin.    Hevjîna Ozkahraman, Hacer Ozkahraman bi boneya hevjînê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê were berdan daxwaznameyan daye Wezareta Dadê û got wezaretê daxwaznameya li ber çavan negirtiye. Ozkahraman anî ziman ku di 19’ê tebaxê û di 10’ê îlonê de daxwazname dane Wezaretê û lê bêencam mane. Ozkahraman di daxwaznameyê de banga berdana hevjînê xwe yê nexweş dike.