Ji ber ku bi 2 rojan hat sînor kirin gel herikî bazara sewalan 2020-09-21 12:40:34   ÎDIR – Ji ber ku bi hinceta vîrûsa koronayê bi 2 rojan hat sînorkirin, gelê Îdirê herikî bazara sewalan. Li bazarê mesafeya civakî û tu şert nema.   Bazara Sewalan a Îdirê ku heftê 6 rojan vekirîbû, ji aliyê qeyûmê bajar ve bi 2 rojan hat sînorkirin. Li gorî vê dê bazar tenê rojên duşemê û pênçşemê vekirîbe û rojên din ên heftê jî girtî be. Ji ber ku îro duşem bû, gelê Îdirê herikî bazarê û saet ji 03.00’ê sibehê şûn de cih li bazarê nema. Li bazarê ne paqijî hat kirin û ne jî xizmeta dezenfekteyê hat dayîn.    Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Habîp Eksîk ku ew jî çû bazarê, bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku tenduristiya gel di talûkê de ye û wiha got: “Ji hêla aboriyê de gel pirsgirêkan dijî. Qeyûmê ku gel nas nake, vîna gel xesp kir û nayê nava gel, bila ji kerema xwe bê rewşa gel bibîne. Gele mexdûr nekin. Mafê we yê ku hûn tenduristiya gel bavêjin talûkeyê tuneye. Bi awayekî fermî ji gel dibêjin, ‘bimire’.”