Dadgehê kesên gef li Vakfa Hrant Dink xwarin serbest berdan 2020-09-21 13:10:34   STENBOL - Dadgeha 56'emîn a Asliye Ceza ya Stenbolê Huseyin Ateş û Ersîn Başkan ên gef li Vakfa Hrant Dink xwarin serbest berdan.     2'emîn danişîna doza Huseyîn Ateş û Ersîn Başkan ên gef li Vakfa Hrant xwarin, li 56’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê ku li Çaglayanê ye hat dîtin. Ateş û Başkan, li Girtîgeha Sîlîvrî bi rêya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn. Parêzerên Vakfa Hrant Dink û parêzerên bersûcan li salonê amade bûn. Di serîde îdeaname xwendin. Piştre Bersûc Ersin Başkan, parastin kir û got: "Piştî min daxuyaniya Vakfa Hrant Dink a çapemeniyê dît, min ji ber bertekan ew e-posta şand. Ez sucdariya xwe qebûl nakim.  Piştî hekîm îfade xwend, bêyî dîsa bipirse derbasî nivîsê kir. Piştre Bersûc Huseyin Ateş parastin kir û got: "Wê rojê min îlac xwaribûn. Min nexwest gef bixwim. Piştîmin dît neheqî li ala Tirk hatiye kirin min xwest binivîsim."    Parêzerê Vakfa Hrant Dink  Deniz Dink jî ji bersûc Huseyin Ateş jî têkildarî dîtina wêneyê Fethiye Çetin pirsî. Dink, anî ziman ku kê wêneyê Fethiye Çetin şandine û çima kirine hedef? pirsî.    Parêzerê malbata Dînk  Hakan Bakircioglu jî anî ziman ku beriya cînayetê Hrant Dink jî heman gef hatibû xwarin û wiha got: "Wê demê jî atmosferek wisa hat avakirin. Piştre Hrant Dink kuştin. Ev gefên hatine xwarin, ne gefên ji rêzê ne. Em dozdar in .    Heyeta dadgehê piştî danişînê der barê bersûcan de bi hinceta talûke tune ye biryara berdana wan da û bersûc serbest berdan.