Li Amedê xebatkara tenduristiyê ji ber koronayê mir 2020-09-21 16:05:49 AMED – Xebatkara tenduristiyê Esra Alakûş li Amedê bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.   Li Amedê xebatkara tenduristiyê Esra Alakûş a 45 salî ji 8’ê îlonê ve ji ber vîrûsa koronayê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dihat tedawîkirin. Hat zanîn ku Alakûş jiyana xwe ji dest daye. Alakûş dayika du zarokan bûye û malbatê cenaze bir li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê veşart.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê beriya niha bi demek kin eşkere kiribû ku 722 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine û 8 xebatkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane. Bi mirina Alakûş re hejmar miriyan derket 9 kesan.