Osman Şîban bi darê zorê rakirin nexweşxaneya leşkerî 2020-09-22 08:17:01 WAN – Osman Şîban ê li Şaxê ji helîkoptêrê hatibû avêtin û du roj berê ji nexweşxaneyê hatibû derxistin, vê sibehê polîsan hat wî bir nexweşxaneya leşkerî.    Li navçeya Şaxê ya Wanê di 11’ê îlonê de eskeran welatiyê bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kiribû. Piştî du rojan li nexweşxaneya Wanê derketibûn holê ku hatine binçavkirin. Di rapora nexweşxaneyê de hatibû destnîşankirin ku her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin û êşkence li wan hatiye kirin. Osman Şîban beriya du rojan ji nexweşxaneyê hatibû derxistin û li malê bû. Polîsan vê sibehê bi ser malê de girt û li ser daxwaza Serdozgeriya Wanê Şîban birin nexweşxaneya leşkerî. Nayê zanîn derbarê Şîban de biryara binçavkirinê heye an nîne.    Şîban ji ber êşkenceya lê hatiye kirin hişê wî ne li serê wî bû û heta niha derbarê bûyerê de îfadeyên wî nehatiye girtin.