Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin 2020-09-25 08:10:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bir de, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatibûn da destpêkirin, li 7 bajaran biryara binçavkirina 82 kesan heye. Di çarçoveya lêpirsînê de, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen û endamên Desteya Rêveberiya Navîndî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.     BÎLGEN Û ONDER BINÇAV KIRIN    Hevserokê Qersê Ayhan Bîlgen, Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Enqerê û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sûreyya Onder, parlamenerên berê Altan Tan, Emîne Ayna, Nazmî Gur, endamên MYK'ê Alî Urkut, Beyza Ustun, Can Memîş, Gulfer Akkaya, Alp Altinors, Gunay Kubilay û Dilek Yagli jî di nav de gelek kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.    MYK’a HDP’ê di dema çalakiyên 6-8’ê Cotmehê de, daxuyanî dabû, polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî Kobanê rexne kiribû û banga hestiyariyê li gel kiribû.    PIŞTÎ DAWETÊ OPERASYON    Serdozgeriya Komarê ya Enqerê Yuksel Kocaman di rojên derbasbûyî de piştî daweta xwe çûbû Qesra Serokkomar Tayyîp Erdogan û ew ziyaret kiribûn. Hat diyar kirin ku Kocaman berî salekê ev lêpirsîn dabû dest pê kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, dest pê kê îfadeyên Hevserokên Giştî yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahhattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatibûn girtin. Demîrtaş ê ji dosyeya ji ber wê girtîbû dihat darizandin tehliye bû, lê di heman rojê de, di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de îfadeya wî hat girtin û derbarê wî de cardin biryara girtinê hatibû dayîn.    LÎSTEYA MYK'A HDP'Ê YA 2014'AN    Navê kesên di sala 2014'an de, di MYK'a HDP'ê de cih girtin wiha ne: "Ali Urkut, Alp Altinors, Altan Tan, Arife Kose, Ayhan Bîlgen, Bayram Yilmaz, Berfin Kose, Beyza Ustun, Bircan Yorulmaz, Bulent Parmaksiz, Can Memiş, Cihan Erdal, Dilek Yagli, Garo Paylan, Gulfer Akkaya, Gulser Yildirim, Gunay Kubilay, Hatice Altinişik, Huda Kaya, İsmail Şengul, Meral Daniş Beştaş, Nazmi Gur, Pervin Oduncu, Saruhan Oluç, Serpil Kemalbay, Sezai Temelli, Yurdusev Ozsokmenler, Zeki Çelik, Zeynep Karaman û endamê Şewirmendê Rûmetê Kenan Kalyon.”   GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN   Navê hin kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin wihane: "Parlamenterê berê yê  HDP'ê yê Enqerê û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Qersê Ayhan Bilgen, Ayla Akat Ata, Endamê Komîsyona  Karên Derve yê HDP'ê Nazmi Gur, endamên berê yên MYK'a HDP'ê Berfin Kose, Emîne Ayna, Bircan Yorulmaz, Can Memiş û Gulfer Akkaya, parlamenterê berê yê HDP'ê Altan Tan, endamê MYK'a HDP'ê Alp Altınors, Berdevkê HDP'ê yê berê Gunay Kubilay, Endamê RTUK'a HDP'ê Ali Urkut, Perihan Koca, Beyza Ustun, Dilek Yagli, Pervin Oduncu û Cihan Erdal."   WÊ BIBIN ENQERÊ    Parlamenterên berê yên HDP'ê Ayla Akat Ata û Altan Tan, endamê RTUK'ê yê HDP'ê Alî Urkut, Hevseroka berê ya Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Emîne Ayna û siyasetmedarên kurd ên li Amedê hatin binçavkirin, li bendeyê ku bibin Enqerê.