Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin 2020-09-25 09:15:12 ŞIRNEX - Li herêma Botanê dema berhevkirina kezwanan destpêkir. Kezwanên ku her sal jê sûd dihat girtin, îsal ji ber şewatên daristanan ên hêj didomin xêrûbra wan kêm e. Li herêma Banevya ya girêdayî Bajarokê Gundikê Melê yê bi ser navenda Şirnexê ve dema berhevkirina kezwanan dest pê kir. Kezwanên ku ji şêniyên herêmê re çavkaniyek girînge e, îsal ji ber şewat û birîna daran ên li herêmê xêrûbera wan kêm bû. Darên kezwanan jî para xwe ji şewatê girtin û şewatê xesarek mezin daye darên kezwanan. Li vê herêmê her sal vê çaxê welatî berbanga sibehê radibin û berê xwe didin qûntar û serê çiyayan û kezwanan berhev dikin. Welatî bi hêstiran diçin berhevkirinê û bi saetan rêya wan didome. Piştî rêwîtiyek dirêj welatî digihîjîn quntarên Çiyayê Cûdî û zarok û mezin bi hev re dest bi berhevkirina kezwanan dikin.    KEZWANÊN HERÊMÊ BI NAV Û DENG IN    Welatiyê bi navê Mehmet Anik ê ku bi salane li gund bi berhevkirina kezwanan debara xwe dike, anî ziman ku îsal wan zirareke mezin dîtiye û wiha behsa rêwîtî û berhevkirina kezwanan dike: “Kezwanên vê herêmê bi nav û deng in. Her sal li gel hatina demsala payîzê em berê xwe didin çiya. Darên kezwanan herî zêde li çiyayan çêdibin. Ji ber wê jî ji bo ku kezwanên herî baş mirov kom bike, divê mirov gelek dûr biçe. Li herêma me ev 10 roj in berhevkirina kezwanan dest pê kiriye. Em her roj bi ber berbanga sibehê re radibin taştê dixwin, hêstirên xwe amade dikin û jin û zarok bi hev re berê xwe didin quntarên Cûdî. Berhevkirina kezwanan gelek zehmet e. Pêwîste yek li ser darê biweşîne û du kes jî li bin darê kom bikin. Tevî hemû talûke û zehmetiyan jî em hewl didin ku kezwanan berhev bikin.”    'ÇIYAYÊN HERÊMÊ HEMÛ BÊDAR HIŞTIN'   Anik bal kişand ser şewata li herêmê û wiha got: "Debara herêmê li ser van kezwanan e. Hin dikin qehwe, hin dikin hine û hin jî difiroşin. Piştî ku ev şewata li herêmê zêde bûye, dar û berê me hemû şewitîn. Li aliyekî daran dibirin û li aliyekî jî dişewitînin. Xwezaye me dişewitînin. Bi taybetî jî li herêma Botanê her der şewitandin. Li tu deverî dar nehiştin e. Darên me hemû birîn û dibin difiroşin. Çavkaniya debara herêmê li ser kezwanan e. Ji xeynî wê çiyayên herêmê hemû bê dar hiştin. Em dixwazin ku her kes vê texrîbatê bibîne. Darên kezwana yên sedsalî ji kokê birîne. Ewqas zirar heye kes dengê xwe nake. Pêwîste kesê ku dibêje ez mirov im û xwedî wîjdan im li dijî van şewatan bêdeng nemîne. Ev şewata zirareke mezin dide xweza û herêma me. Şewat dide her zindiyek li daristanê.”   MA / Zeynep Tûrgût